ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Sîpan Hemo bi fermî dest bi erkê xwe kir
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo bi fermî dest bi erka xwe ya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilatê Artêşa Sûriyeyê kir. -
Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê ji nû ve hat vekirin
Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê ya li rojavayê Til Temirê de ji nû ve hat vekirin û bendên ewlehiyê li gundê Tewîla hatin danîn ku tevgera çûn û hatinê û ewlehiya rê misoger bikin. -
Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo hişt ku herêm ji şer were dûrxistin
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku banga Rêber Apo hişt ku herêm ji alozî û şeran were dûrxistin. -
Sîpan Hemo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê yê nû
Endamê Konseya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat hatiye tayînkirin. -
FGBRS: Em evîndarê Şoreşa Rojava şehîd Ehmed bi rêzdarî bi bîr tînin
FGBRSˊê bi daxuyaniyekê gaziyê şer şehîd Ehmed Têkoşîn bi bîr anîn û got, "Em ê tola şehîd Ehmed ê evîndarê Şoreşa Rojava bi avakirina jiyaneke azad û wekhev a hemû mirovatî bi hesreta wê ye rakin." -
Şêniyên Qamişloyê 3 şehîd spartin axê, 4 şehîd jî bi bîr anîn
Şêniyên Qamişloyê bi merasîmekê 3 şehîd spartin axê û 4 şehîd jî bi bîr anîn. -
Xelkê Kobanê: Em kesên ji derveyî şoreşa xwe napejirîn in
Gelê bajarê Kobanê li hemberî erkdarkirina Ibrahîm Mislim a weke rêveberê Kobanê, rabû û çalakiya şermezarkirinê lidar xist. -
QSD: Şervanên me Ehmed, Şivan û Tolhildan şehîd bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên wan Ehmed, Şivan û Tolhildan şehîd bûne. -
'Em ê Newroza îsal li Efrînê pîroz bikin'
Berdevka Meclîsa Jinên Efrîn û Şehbayê Sewsen Ehmed anî ziman ku di çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê de wê konvoya duyemîn a koçberên ji Efrînê di demeke nêz de vegere Efrînê. -
Koma yekem a Efrîniyan gihişte warê xwe
Piştî koçberiya 8 salan koma yekem a koçberên Efrînî gihişte warê xwe û bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin. -
Koçberên li Kobanê: Mal û milkên me hatine talankirin
Koçberên li Muzexaneya Kobanê, diyar kirin ku êdî ew dixwazin bi ewle vegerin ser mal û milkên xwe. -
Mehmûd Xelîl: Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan
Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê diyar kir ku QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tomar û belgeyên dîlgirtiyan guherandine û li bendê ne ku sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan. -
Li Serêkaniyê çeteyan mal talan kirin
Çeteyên ser bi dewleta Tirk ve yên li Serêkaniyê, malên şêniyên herêmê talan kirin ku bi zorê ji cih û warê xwe bûne. -
Parêzgarê Hesekê û şandeya Wezareta Perwerdeyê li ser pêkanîna ezmûnan hevdîtin kirin
Parêzgarê Hesekê û şandeyek ji Wezareta Perwerdeyê li ser amadekariyên ji bo pêkanîna ezmûnên lîse û dibistana navîn hevdîtin kirin. -
400 malbatan berê xwe dan Efrînê; Parêzgarê Hesekê: Em ê vegerê bişopînin
400 malbatên koçber ên Efrînî ji Hesekê berê xwe dan Efrînê. Parêzgarê Hesekê jî diyar kir ku wê pêvajoya vegera koçberan bişopînin. -
Efrîniyên ji warê xwe bûne ji Qamişloyê ber bi Hesekê ve bi rê ketin
Koma destpêkê ya Efrîniyan a vegera li warê xwe ji Qamişloyê bi rê ket. Kom wê li Hesekê li hev bicive û ji vê derê bi komî ber bi Efrînê ve bi rê bikeve. -
Li Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesan pêk dihat, hat qetilkirin
Li taxa Sebîl a bajarê Helebê malbatek Kurd a ji 4 kesan pêk dihat, li mala xwe hat qetilkirin. -
Hunermendê nemir Mihemed Şêxo hat bibîranîn
TEV-ÇAND`ê ji bo bibîranîna Hunermend Mihemed Şêxo li ber navenda bi navê wî ya li bajarê Qamişloyê mûm vêxistin. Sibe jî dê merasîma bibîranînê were lidarxistin û serdana gora wî bê kirin. -
Li Efrînê 3 ciwan bi êşkenceyê hatin kuştin
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 ciwan ji aliyê êrişkarên nenas ve bi êşkenceyê hatin kuştin. -
Pêvajoya vegera Efrînê destpê dike: Konvoya destpêkê sibe bi rê dikeve
Vegera malbatên hatine koçberkirin, destpê kir. Siyabend Efrîn got, “Heta ku koçberê dawî vedigere mala xwe, em ê nesekinin.” Konvoy sibe wê li 3 bajarokên Efrînê bi coş were pêşwazîkirin. -
MSD'ê ji bo tevlîbûna jinan li pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê bang kir
MSD'ê rola jinan a salên dawî ya li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku ew tevlîbûna sembolîk a jinan qebûl nakin, divê bi rengekî çalak beşdarî paşerojê û pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê bibin. -
Fermandarê Asayîşê: Koma ewil a 400 kesî roja Duşemê vedigere Efrînê
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl ragihand ku Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja Duşemê vegere herêma Efrînê. -
Jinên Çilaxa û Tirbespiyê 8’ê Adarê pîroz kirin
Kongra Star bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, li bajarê Çilxa û Tirbesiyê ji bo şehîdan mûm pêxist. -
Êrîşî bendê kontrola hevpar a li gundewarê Kobanê hat kirin
Li gundê Şêxlera Jorîn ê Kobanê komeke çekdaran êrişî bendê kontrolê yê hevbeş kir, di encamê de hin êrişkar birîndar bûn. -
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê kir
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê gotûbêj kirin.