Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê kir
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê gotûbêj kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê gotûbêj kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Rêveberê Perwerdehiyê yê parêzgehê, Ednan El Berî pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir. Şande ji Şêwirmendê Wezîr Ehmed Murad û Rêveberê Avahiyên Dibistanan Mihemed Henûn pêk dihat.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê û ji nû ve avakirina Rêveberiya Perwerdehiyê de, li gorî şertên peymana 29’ê Çileyê gotûbêj kirin.
Her wiha wan li ser amadekariyên ji bo lidarxistina ezmûnên amadeyî û navîn yên, û gotûbêj kirin.