Sîpan Hemo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê yê nû
Endamê Konseya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat hatiye tayînkirin.
Endamê Konseya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Sîpan Hemo wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat hatiye tayînkirin.
Hat diyarkirin ku tayînkirina Sîpan hemê di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya li Şamê de pêk hatiye.
Çavkaniyek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji Televîzyoan Sûriyeyê re axivî û diyar kir ku Sîpan Hemo wekî Cîgirê Wezîrê Parastinê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat hatiye tayînkirin.
Nûmedya24 derbarê mijarê de bi Sîpan Hemo re têkilî danî. Sîpan Hemo agahî piştrast kir û diyar kir ku ew ê di demek kurt de dest bi erka xwe bike.