Efrîniyên ji warê xwe bûne ji Qamişloyê ber bi Hesekê ve bi rê ketin
Koma destpêkê ya Efrîniyan a vegera li warê xwe ji Qamişloyê bi rê ket. Kom wê li Hesekê li hev bicive û ji vê derê bi komî ber bi Efrînê ve bi rê bikeve.
Koma destpêkê ya Efrîniyan a vegera li warê xwe ji Qamişloyê bi rê ket. Kom wê li Hesekê li hev bicive û ji vê derê bi komî ber bi Efrînê ve bi rê bikeve.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7’ê Adarê de ragihand ku dê koma yekem a koçberên Efrînê vegerin herêmên xwe.
Îro 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve herin. Malbatên li Qamişloyê bi cih bibûn xwe amede dikin ku herin Hesekê bibin, li Hesekê jî bi awayek girseyî bikevin rê.
Ji bajarê Qamişloyê wê 50 bas û 75 erebeyên Enter ku Meclîsa Koçberên Efrîn-Şehbayê amade kiriye û wesayîtên taybet ber bi bajarê Hesekê bikevin rê.