ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hesen Koçer: Armanca sereke yekîtiya Kurdan û mafên wan ên destûrî ye
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, behsa girîngiya yekîtiya siyasî û leşkerî ya Kurdan, misogerkirina mafên wan ên neteweyî di destûra Sûriyeyê de û domandina têkoşîna demokratîk kir. -
Li Kobanê ji bo 7 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Şêniyên Kobanê 6 şehîdên xwe bi merasîmekê veşartin. Şehîdek jî hate bîranîn. -
Mazlûm Ebdî serdana malbata şehîd Haşim Dêrik kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî serdana malbata şehîd Haşim Dêrik kir ku Çileya îsal di berxwedana li dijî êrişên li ser Rojava de şehîd bû. -
Li Qamişloyê saziyên mirovî yên Kurd bêpere nan li gel belav kirin
Înîsiyatîfa hevpar ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê ve hate avakirin, li Qamişloyê bêpere nan li gel belav dike. -
Siwêda û Şamê dîlgirtî bi hev guhert
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî diyar kir ku wan li Sûriyeyê alîkarî bi pevguhertina girtiyan û transfera wan a bi ewle ya navbera Şam û Siwêdayê kirin. -
Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newrozê destpê kirin
Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newrozê destpê kirin. Newroz wê li 7 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dirbêsiyê û li Kobanê were pîrozkirin. -
QSD'ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 12 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana li dijî êrişên hêzên hikumeta demkî şehîd bûn. -
'Şehîd e yan jî winda ye, em pê nizanin... Agahî jê nîne'
Malbatên Rojavayî nreazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî daxwaza wan a berdana êsîran dan. Bavekî ku li pêşiya Neteweyên Yekbûyî işareta serketinê kir got, "Gunehê me çi ye?" û xwest kurê wî tavilê bê berdan. -
'Em mirîbûn, Rêber Apo jiyaneke nû ji me re ava kir'
Omer Elûş banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo nirxand û got ku bandora Rêber Apo ya li ser gelê Kurd gelek mezin e. Elûş got, “Em mirîbûn, Rêber Apo jiyaneke nû ji me re ava kir.” -
QSD:Daxuyaniyên hikûmeta Şamê ya derbarê Kampa Holê de ne rast in
QSDˊê derbarê daxuyaniyên Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî yên têkildarî kampa Holê daxuyanî da. QSD’ê diyar kir ku ji bo pêkanîna ewlehiya kampê neçar mane ku hêzên xwe paşde bikşînin. -
Li Qamişloyê 25 şervan bi coş hatin pêşwazîkirin
Şêniyên bajarê Qamişlo 25 şervanên ku di girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê de hatibûn dorpêçkirin û di 23ˊyê Çileyê de gihaştibûn Kobanê, pêşwazî kirin. -
Malbatên êsîran daxwaza zarokên xwe kirin
Li bajarê Qamişloyê bi sedan kes ji malbatên êsîran û kesên winda daxwaza radestkirina zarokên xwe kirin. -
Roja 37'an a dorpêçê: Revandin, înfaz û talan dewam dike
Li Kobanê ku ji 18'ê Çileyê ve dorpêçkirî ye, rê têne girtin û sivîl tên kuştin. Her wiha malên Kurdên hatine koçberkirin têne talankirin. Di serî de bajarokên Çelebiye û Sirînê li herêmê talana bi destê çeteyên ser bi dewleta Tirk û Şamê dewam dike. -
Xelkê Rojava bi ruhê şoreşgerî herêmên xwe diparêzin
Xelkê Rojava bi rihekî berpirsiyar û komî li kêleka Asayîşê parastinê xwe û herêmên xwe dikin. -
Li Hesekê derbarê vesazkirinên entegrasyon û nasnameyê civîn hat kirin
Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed şandeyek ji Şamê ji bo lêkolînkirin û şopandina tedbîrên entegrasyonê û avakirina îdarî pêşwazî kir. -
Li Kobanê 66 kesên ji neteweya Ereb hatin berdan û radestî şêxên eşîran hate kirin
Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn 66 kes radestî komîteya Şêxên Eşîran kirin. -
Ji bo vegera koçberên Efrîn, Heleb û Reqayê gavên şênber
Pêvajoya vegera koçberên Kurd a li Efrîn, Heleb û Reqayê bi planên diyarkirî derbasî qonaxa bicihanînê dibe. Heyetek ji Asayîşê serdana Efrîn, Heleb û Reqayê kir. -
Li Sûriyeyê di nava 24 saetan de 13 kes mirin
Li Sûriyeyê di nava 24 saetan de 13 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn. -
HRW: Kampa Holê bêserûber hate belavkirin, çarenûsa bi hezaran kesî nediyar e
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) destnîşan kir ku kampa Holê bêserûber hate valakirin û çarenûsa 8 hezar û 500 kesî ne diyar e. -
Rapora NRLS: Di êrîşên çeteyan ên li dijî Kurdan de 1200 kes hatin qetilkirin
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) di êrîşên komên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li taxên Helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heta niha 1200 welatî hatine qetilkirin, bi hezaran hatine revandin û bi sed hezaran hatina koçberkir -
Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê şehîd bû hat ragihandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe şehîd Şervan Efrîn (Mihemed Osman Oso) di êrişên li ser Şêxmeqsûdê ya Helebê de şehîd bû ragihand û soza şopandina rêça şehîd da. -
Komek ji aktîvîstên mafên mirovan ji Ewropayê çû Rojava
Komek ji aktîvîstên mafên mirovan ên ji welatên Ewropayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Endamê komê Ogmunder Jonasson li ser armanca serdanê got, "Ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li Rojava em hatin û em ê encama karê xwe bi raporekê eşkere bikin." -
Ji hevserokên PYD'ê peyama Tifaqa Hêzên Siyasî
Hevserokên PYD'ê têkildarî Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê peyamek dan û diyar kir ku ew hêvî dikin ku di demeke kurt de bi beşdariya partiyên siyasî yên ji hemû parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ya Kurdistanê bê lidarxistin. -
Ji bo vegera Kurdên ji Reqayê komîteyeke hevpar ava bû
Ji bo Kurdên ji Reqayê bi rengekî ewle vegerin cihê xwe, komîteyeke hevpar hate avakirin. -
Li Hesekê ji bo 6 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Endamê Hêzên Ewlekariay Hundirîn li Hesekê hate veşartin. Ji bo 5 şehîdan jî merasîma bîranînê hate lidarxistin.