Nasnameya Şervan Efrîn ku li Şêxmeqsûdê şehîd bû hat ragihandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe şehîd Şervan Efrîn (Mihemed Osman Oso) di êrişên li ser Şêxmeqsûdê ya Helebê de şehîd bû ragihand û soza şopandina rêça şehîd da.

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîdê leheng Şervan Efrîn (Mihemed Osman Oso) dixwaze. Şehîd Şervan di bersivdana êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de di Çileya 2026ˊan de şehîd bû, di 2019ˊan de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye.

Hêzên destnîşan kir ku ew ê bi cidiyet û wefedarî li ser pêkanîna armancên şehîdan kar bikin û bi sozên wan re dilsoz bin û parastina nirxên şoreşê bikin.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Şervan Efrîn

Nav û paşnav: Mihemed Oso

Navê bav: Osman

Navê dayikê: Mewlûde

Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn/1980ˊan.

Cih û dîroka şehadetê: Şêxmeqsûd-Çile-2026ˊan.