QSD'ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 12 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana li dijî êrişên hêzên hikumeta demkî şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 12 şervanên wê dema erka xwe ya parastina gel û destkeftiyên wê bi cih dianîn, di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyên me lehengî û îradeyeke xurt li qadên şer de nîşan da. Girêdana xwe ya kûr bi gelê xwe ve û berpirsyariya parastina ewlehiyê wê piştrast kirin. Fedakariyên ku hevrêyên me yên şehîd dane, di çarçoveya berxwedana rewa ya parastina îradeya gelê me û bersivdayîna gelên li hemberî ewlehiya wê de hat kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevrêyên şehîdan re hat xwestin û hate gotin: “Em soza xwe nû dikin ku fedakariyên wê dê di meşa me de wek meşale bimînin. Em ê erka xwe ya parastina gelê xwe û xaka xwe bi berpirsyarî bidomînin."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Elî Doşka
Nav û paşnav: El Hisên
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Aşxay Tehtik
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 23 Çile 2026

***

Nasnav:  Amargî Zîrek
Nav û paşnav: Omer Hemo
Navê dayikê: Yazî
Navê bav:  Elî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 23 Çile 2026

***

Nasnav: Bahoz Serhed
Nav û paşnav: Arsin Çelik
Navê dayikê: Îbram
Navê bav:  Eshed
Cihê jidayikbûnê: Erzirom
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 22 Çile 2026

***

Nasnav: Devrim Pasur
Nav û paşnav: Mihemed Ayçîçek
Navê dayikê: Zelîxa
Navê bav:  Kerîm
Cihê jidayikbûnê: Amed
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 7 Çile 2026

***

Nasnav: Serxwebûn Besta
Nav û paşnav: Yûsif Îslam Ograk
Navê dayikê: Rebîa
Navê bav: Xeyredîn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Kisrat, 20 Çile 2026

***

Nasnav: Demhat Koçer
Nav û paşnav: Mihemed Weys Mele Xelîl
Navê dayikê: Heyfa
Navê bav: Feyad
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026

***

Nasnav: Dilsoz Helinc
Nav û paşnav: Mistefa Mihemed
Navê dayikê: Hedla
Navê bav: Ebdulxenî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026

***

Nasnav:  Dilşêr Qerarîşk
Nav û paşnav: Yasir Sadûn
Navê dayikê: Cemîle
Navê bav:  Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Qerarîşk
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 26 Çile 2026

***

Nasnav: Şahîn Kobanê
Nav û paşnav: Mûsa Mihemed
Navê dayikê: Şemsa
Navê bav: Silêman
Cihê jidayikbûnê: Sirîn
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-23 Çile 2026

***

Nasnav:  Welat Kobanê
Nav û paşnav: Mihemed Elî
Navê dayikê: Nazê
Navê bav:  Marûf
Cihê jidayikbûnê: Girbek
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 23 Çile 2026

***

Nasnav: Ednan
Nav û paşnav: Ednan Elî
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Nûr Elî
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 23 Çile 2026

***

Nasnav: Çiyager Kobanê
Nav û paşnav: Roncan Hemê
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Dijwar
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn, 23 Çile 2026.