ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şandeyek ji UNDSS û OCHA yên Neteweyên Yekbûyî serdana Kobanê kir
Şandeyeke Rêxistina Ewlehî û Asayîşê (UNDSS) û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA), ji bo nirxandina rewşa mirovî û xizmetguzariyê û dorpêça berdewam, serdana bajarê Kobanê kir. -
Komên hikumeta demkî bombe li Siwêdayê barandin
Hêzên Parastina Neteweyî ya Siwêdayê diyar kirin ku komên ser bi hikumeta Şamê ya demkî ji çar aliyan ve bombe li rojavayê bajêr barandin. -
MSD: Dorpêça li ser Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê tavilê bê rakirin
MSD'ê ragihand ku dorpêça li ser Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê bi lez bê rakirin. -
Şandeya hikumeta demkî serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir
Şandeya hikumeta Şamê ya demkî di çarçoveya Peymana 30'ê Çileyê de li Rimêlanê serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir. -
Emîn Salih: Bi vekişîna hêzên leşkerî re wê Asayîşa bi cih bibe û gel vegere gundên xwe
Endamê Şandeya Asayîşa Kobanê Emîn Salih diyar kir ku di hevdîtina li Helebê de wan li ser rê û rêbazên tevlîbûna Asayîşa Kobanê û bicihbûna li gund û navçeyên Kobanê nîqaş kirine û got, bi vekişîna hêzên leşkerî re wê gelê Kurd li gundên xwe vegere. -
Şandeya Kurd diçe Şamê
Şandeya Kurd ji Rojava diçe Şamê ku bi Hikumeta Demkî re hin danûstandinan bike. -
Li Kobanê dorpêç di roja 21’an de ye: Krîza mirovî kûr dibe
Ji ber êrîşên komên ser bi Hikumeta Demkî ya Şamê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, Kobanê 21 roj in di bin dorpêçê de ye. Kobanê 21 roj in di bin dorpêçê de ye. Krîza mirovî ya di warê tenduristî, elektrîk, av û xwarinê de her ku diçe girantir dibe. -
Gelê Rojava tevî asayîşê bajarên xwe diparêze
Şêniyên Rojava mezin û biçûk bi awayekî komî xwe bi rêxistin kiriye, li nava kolan û taxan, li kêlek Asayîşê parastinê dikin. -
Li gundewarê Humsê hovîtiya çeteyan: Welatiyek hat daleqandin
Çeteyên bi çek li bajarê Telbîsê yê gundewarê Humsê êrîşî Ehmed Ebdulqadir kirin, êşkence lê dikin û daleqandin. Hate diyarkirin ku çete piştî bûyerê malê talan kirine û reviyane. -
Li Şêxmeqsûdê li dijî malbatên Kurd şelandina bi çek zêde bû
Li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, li dijî malbatên Kurd şelandina bi çek zêde bû. Li gorî şahidan, çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi ser malan de digrin, tiştên maê û pere desteser dikin û Kurdan neçarî koçberiyê dikin. -
Di civîna Helebê de rakirina dorpêça Kobanê hat nîqaşkirin
Di civîna navbera şandeya Hêzên Asayîşa Kobanê û fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Helebê de mekanîzmayên pêkanîna bendên lihevkirina 29ˊê Çileyê, rakirina dorpêça li ser Kobanê, pêşxistina hevkariya ewlehiyê li bajêr û gundewarê wî hatin nîqaşkirin. -
Jinên Dirbêsiyê piştgirî dan berxwedanê
Jinên ji bajarê Dirbêsiyê bi şêwazên cuda piştgiriyê didin şervanên QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. -
Li Balafirgeha Qamişloyê hevdîtina QSD-Şamê
Di çarçoveya peymana navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSDˊê de li balafirgeha Qamişlo civînek hat lidarxistin. -
Ofîsa Ragihandinê ya Kobanê sedemên qutbûna înternetê eşkere kir
Ofîsa Ragihandinê ya Kobanê diyar kir ku santrala ku înternetê ji Kobanê re dabîn dikir bi tevahî hatiye rûxandin. Ofîsê bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê, korîdoreke ewle ji bo derbasbûna tîmên wan peyda bikin. -
Li Kobanê ji bo 10 şehîdên azadiyê merasîm
Li Kobanê cenazeyên şervanên YPG’ê Nayif El Elî û Karker Andok bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. Di merasîmê de 8 şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di demên cuda yên meha Çileyê de şehîd bûne, hatin bîranîn. -
Meclîsa Jinan a PYD'ê ji bo rakirina dorpêçê bang kir
Meclîsa Jinan a PYD'ê ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê û vekişîna hêzên hikumeta Şamê ya demkî ji qadên bejahî bang li saziyên mirovî kir. -
Heyetek ji Asayîşa Kobanê li Helebê ye
Heyetek ji Hêzên Asayîşê yên bajarê Kobanê li Helebê hevdîtinan dike. -
Tabûra Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ava bû
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo parastina bajarê xwe tabûreke leşkerî ava kir. -
Nasnameya 8 cangoriyan hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di demên cuda de şehîd bûn. -
Dorpêça li ser Kobanê 20 roj in dewam dike
Dorpêça ku komên ser bi Hikumeta Şamê ya Demkî danîne ser bajarê Kobanê di roja 20'emîn de ye. Nêzî 600 hezar mirov di nava şert û mercên nebaş de hewl didin debara xwe bikin. -
Gavên li gorî peymana 30’ê Çileyê hatine avêtin
Di çarçoveya xebatên bicihanîna peymana navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê de, hêzên ewlekariyê li nuqteyên hatine diyarkirin bi cih bûn, Waliyê Hesekê dest bi wezîfeyê kir. -
Gelê Rojava tevî baranê jî di nobetê de ye
Gelê Rojava tevîna barana zêde jî şev û roj erka xwe ya parastinê didomînin. -
Li Siwêdayê êrîşa li ser cotkaran: 5 kes hatin qetilkirin
Li Siwêdayê cotkar dema ku zeytûn berhev dikirin hatin gulebarankirin. Di êrîşê de 5 kes hatin qetilkirin. -
Li Dêrazorê êrîşa çekdarî: Kesek jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Dêrazorê di encama êrişeke çekdarî de firoşkarekî zêran hatin kuştin û kurê wî bi giranî birîndar bû. -
Îlham Ehmed: Divê gel li dijî lîstokên mezin hişyar be!
Îlham Ehmed hişyarî da gel ku dibe lîstokên mezin çêbibin û diyar kir ku di destûrê de dê mafên gelê Kurd misoger bibin û destkeftiyên mezintir dê werin bidestxistin.