ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji ber dorpêçê rewşa nexweşxaneyên Kobanê krîtîk e
Li Kobanê her ku diçe rewş ber bi karesetê ve diçe û li gorî bijîşkan ger heta du hefteyên din rewş wiha dewam bike wê nexweşxane deriyên xwe ji nexweşan re bigirin. -
Parêzgarê Hesekê komîteyek tibî ji bo entegrekirina beşa tenduristiyê erkdar kir
Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Îsa biryara erkdarkirina komîteyekê ji 3 bijîşkan ku li ser entegrasyona beşa tenduristiyê ya parêzgehê di sazûmaniya Wezareta Tenduristiyê de bixebite, da. -
Li Siwêdayê ji sedî 90 xizmetên klînîkên hatine asta rawestînê
Ji ber kêmbûna pêwîstiyên tibî û qutbûna kehrebeyê ji sedî 90 xizmetên klînîkî yên li bajarê Siwêdayê hatine asta rawestînê. -
Li Siwêdayê teqîn: 2 kes jiyana xwe ji dest dan
Li bajarokê Qerya yê li gundewarê başûrê rojhilatê Siwêdayê teqîn çêbû, du kes jiyana xwe ji dest dan. -
11 malbatên DAÎŞˊî ji nû ve vegerîn kampa Roj
11 malbatên çeteyên DAÎŞˊî ku ji 34 kesan pêk tê vê sibehê ber bi bajarê wan ve hatibûn şandin, lê ji ber sedemên netemamkirina hemahengiyê di navbera malbatên wan û hikûmeta demkî de ji nû ve vegerîn kampê. -
Şandeya NY’ê çû serdana Kobanê
Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nirxandina rewşa mirovî û tenduristiyê, çû serdana Kobanê. -
Karwanekî din ê alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû
Karwanê ji 15 qemyon ên alîkariyê ku li Başûrê Kurdistanê hate amadekirin, bi rêya Heyva Sor a Kurd derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. -
Efrîniyên ku neçar mane ji ber şer koçber bibin, wê vegerin malên xwe
Li gorî peymana navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Efrîniyên ku ji ber şer koçber bûne wê nava demek kurt vegerin malên xwe. Di qonaxa ewilî de tê plankirin ku 400-500 malbat vegerin herêmên Cindirês, Mabata û Şiyê. -
Di peymana QSD-Şamê de xala girîng: Koçber û veger
Zêdetirî 300 hezar koçberên ku ji Efrîn, Şehba, Helebê di encama êrişan de 3 caran cihên xwe terikandin, her wiha 150 hezar kesên ku ji Serêkaniyê û Girê Sipî koçber bûne, li benda vegera bi ewle ne. -
SOHR: Li Sûriyeyê di nava 15 rojan de 115 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Sûriyeyê di nava 15 rojan de 115 kes hatin kuştin. -
Şervanê QSD'ê Gewir Botan li Dirbêsiyê hate veşartin
Şervanê QSD'ê Gewir Botan ê li Dêrazorê di berxwedana li dijî êrişan de şehîd bû hate veşartin. -
Fransa: Kurd divê weke hevalbendê di rêza yekemîn de bimîne
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ji kovara Le Point re axivî û anî ziman ku Kurd divê di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de weke hevalbendê di rêza destpêkê de bimîne. -
11 malbatên DAÎŞ'î yên li Kampa Roj radestî Awûstralyayê hatin kirin
Ji Kampa Roj a li Dêrikê 11 malbatên DAÎŞ'î ku jin û zarok jî di nav de bûn bi koordînasyona navneteweyî radestî hikumeta Awûstralyayê hatin kirin. -
Mazlûm Ebdî: Me karî dengê xwe bigihînin her kesî, ji bo peymanan mîsogeriya navnetweyî dixwazin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew di hevdîtinên xwe yên li Konferasa Ewlehiyê ya li Munîhê de banga helwestek hevpar a navneteweyî kirine û ji bo binpênekirina peymana 29’ê Çileyê daxwaza mîsogeriya navneteweyî kirine. -
Gel li dijî hewldanên têkbirina ewlehiya Rojava amade ye
Gelê Rojava diyarkirin ku ew bi hêzên Asayîşê re di nava koordînasyonê de li dijî hewldanên xirakirina ewlehî û aramiyê, herêmên xwe diparêzin. -
Îlham Ehmed: Entegrasyoneke rast a li Sûriyeyê bandor li welatên cînar jî bike
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê di serî de Tirkiye, bandorên erênî li welatên cînar jî bike. -
Li Siwêdayê di encama topbaranê de ciwanek hat qetilkirin
Komên hikumeta demkî eniyekî bajarê Siwêdayê topbaran kir, di encamê de ciwanek hat qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûn. -
YRA û YRJˊê şehîd Egîd Roj û 4 şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî
YRA û YRJˊê şehîd Egîd Roj di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de û 4 şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn û got, "Em soz didin her pênc şehîdên xwe ku em ê girêdayî pernsîbên wan bin, dengê rastiyê dê bi hêz berdewam be." -
Mazlûm Ebdî peyama, “rêveberiya Kurd a herêmî’ da Şamê: Ne nav, statu girîng e
Fermandarê QSD’ê Mazlûm Abdî ku li Munihê ji rojnamevanan re axivî, bersiv da daxuyaniya, “daxwaza otonomiyê nîne” ya Şamê û got, “Nav çi dibe bila bibe, rêveberiya Kurd a herêmî dixwazin” û ji bo peymanan daxwaza ewlekariya navneteweyî kir. -
MSD: Yekane vebijerka bidawîkirina krîzê çareseriyeke siyasî ya navxweyî ye
MSD’ê diyar kir ku çareseriya siyasî ya Sûriyeyî-Sûriyeyî vebijêrka yekane ya bidawîkirina aloziyê û avakirina dewleteke demokratîk a pirrengî ya nenavendî ye ku yekitiya welat biparêze û mafên tevahî pêkhateyên misoger bike ye. -
Şehîd Egîd Roj li ser gora xwe hat bibîranîn
Bi dehan xelkê bajarê Hesekê, rojnamevan û kesayetên civakî şehîd Egîd Roj di salvegera şehadeta wî ya yekemîn de li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê bi bîr anî. -
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê re civiyan
Nûnerên Kurdan Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul re hevdîtin kirin. -
Gelê Hesekê komploya 15'ê Sibatê û êrişên li ser Rojava şermezar kir
Xelkê Hesekê herikî qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. Di meşa girseyî de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin. -
Şêniyên Kobanê: Em ê zarokên xwe bi ramanê Rêber Apo mezin bikin
Şêniyên bajarê Kobanê ku bi meşekê komploya navneteweyî şermezar kirin, diyar kirin ku weke komploya 15'ê Sibatê komploya niha jî wê bê têkbirin. Her wiha gotin, wê zarokên xwe bi ramanê Rêber Apo mezin bikin. -
'Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin'
Gelê Kobanê li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê meşiya û ev peyam da: "Em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."