11 malbatên DAÎŞˊî ji nû ve vegerîn kampa Roj

11 malbatên çeteyên DAÎŞˊî ku ji 34 kesan pêk tê vê sibehê ber bi bajarê wan ve hatibûn şandin, lê ji ber sedemên netemamkirina hemahengiyê di navbera malbatên wan û hikûmeta demkî de ji nû ve vegerîn kampê.

Rêveberiya kampa Roj ku tê de malbatên çeteyên DAÎŞˊê hene, vê sibehê 11 malbatên DAÎŞ’î ku ji 34 kesan pêk dihat, gerek ji bo şandina wan bi rêxistin kir.

Şandina malbatên DAÎŞ’ê bo welatên wan, li gorî belgeyên fermî bi hemahengiya di navbera rêveberiya kampê û malbatên wan de pêk hat. Lê piştî demek kurt ew ji ber sedemên teknîkî yên girêdayî netemamkirina hemahengiya di navbera aliyê Awistralyayî, malbatên wan û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de vegerîn.

Çavkaniyan da zanîn ku aliyên eleqedar ên her du aliyan niha li ser çareserkirina pirsgirêka teknîkî û îdarî ya ku nehiştiye şandina malbatên DAÎŞˊê pêk bê, dixebitin da ku di demek din de wan bişînin.