ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dorpêça li ser Kobanê 41 roj li pey xwe hişt
Ji 20'ê Çileyê ve Kobanê ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Rewşa bi hezaran kesî di xeteriyê de ye. Pêdivî êdî ber bi qedandinê diçe. -
QSD: Hevrêyên me Diyar û Şervan di şerê rûmet û hebûnê de şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku Diyar Qamişlo û Şervan Qamişlo 26’ê Çileyê li Çelebiyê şehîd bûn. -
QSD li gorî peymanê xwe ji Şêxlerê vedikişîne
QSD li gorî peymana 29'ê Çileyê xwe ji navenda bajarokê Şêxlerê yê Kobanê vedikişîne. -
PYD: Divê girîngî bi yekîtî û parastina li Rojava were dayîn
Rêxistina PYD'ê li bajarê Çilaxa û herêma Aliyan pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê û peymana 29ˊê Çileya ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî de şîrove kirin û diyar kir ku li Rojava girîngî bi hevgirtin û parastina gel heye. -
Li Hesekê û Qamişloyê mekanîzmaya mûçeyan hate aktîvkirin
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi mijara aktîvkirina mekanîzmaya dayîna mûçeyên karmendên karbes ji bo hêsankirina xizmetguzarî û sivikkirina bar li ser welatiyan civînek li dar xist. -
Rêveberiya Kobanê serdana nuqteyên hevbeş ên Şêxlerê kir
Rêveberiya Kobanê li gundê Şêxler nuqteyên hevbeş ên hêzên hikumeta demkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) şopandin. -
Li Dêrazorê êriş li nuqteyeke hêzên hikumeta demî hate kirin
Li Dêrazorê êriş li ser nuqteyeke hêzên ewlekariya giştî ya hikumeta demkî hate kirin. Di encamê de herî kêm kesek birîndar bû. -
Xelkê Amûdê şehîd Diljîn Mazlûm spart axê
Di merasîma ji bo şehîd Diljîn Mazlûm (Ruha Feysel Hesen) de hate ragihandin ku şehîd Diljîn mînakek ji jin a berxwedêr bû. -
Mehek di ser Peymana 29’ê Çileyê re derbas bû: Fikar zêde dibin
Li ser Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de mehek bihurî. Di aliyê îdarî û leşkerî de hin gav hatin avêtin. Lê belê ji ber dorpêça li ser Kobanê didome û destûra bingehîn nehatine misogerkirin, fikar zêde dibin. -
Meha Sibatê 211 kes mirin
Li Sûriyeyê meha Sibatê 211 kes mirin, ku 15 ji wan jin, 29 jî zarok bûn. -
Malbatên ji Amûdê: Bila zarokên me tavile werin berdan
Malbatên dîlgirtiyan li bajarê Amûdê daketin kolanan û bang li hikûmetê kirin ku şertên peymana bi QSD'ê re bicîh bîne. -
TEV-DEM li Qamişlo bi parêzeran re civiya
TEV-DEM’ê li ser rewşa siyasî, civakî û peymana 29’ê Çileyê ji Yekîtiya Parêzeran re civînek li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku dê parêzer di çarçoveya sendîkayan de xwebirêxistin bikin. -
Li Hesekê civînên gel hatin lidarxistin
Foza Yûsif di civîna gel a li Hesekê hat lidarxistin de diyar kir ku pêvajoya peymana 29’ê Çileyê piştî Cizîrê li Kobanê jî berdewam dike û anî ziman ku divê mafên hemû pêkhateyan di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de werin misogerkirin. -
Xelkê Kobanê: Em bi ruh û can bi Rêberê xwe re ne
Xelkê kobanê destnîşan kir ku êdî sebra wan nemaye, ew dixwazin bi Rêber Apo re li Kurdistaneke azad bijîn. -
QSD’ê nasnameya şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir
QSD’ê nasnameya 8 şervanên 20’ê Çileya îsal li Sirîn û Hesekê şehîd bûne, eşkere kir. -
FGBRS: Peyama Rêber Apo ji bo hemû mirovatiyê ye
Gaziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama Rêber Apo ya bi wesîleya yekemîn salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk xwendin û gotin, ew ê heya dawiyê xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin. -
Li Girkê Legê dorpêça Kobanê hat protestokirin
Li Girkê Legê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo redkirina dorpêça li ser Kobanê meşek li dar xist. -
Li Çelebiyê bendên kontrolê yên hevbeş hatin danîn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî re li bajarê Çelebiyê yê Kobanê bendên kontrolê yên hevbeş danîn. -
Li Tirbespiyê dilsoziya bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo hat dubarekirin
Şêniyên Tirbespiyê hevgirtina xwe ji banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, nû kirin. -
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê dewlet bi taktîka siyasî nêzî pêvajoyê nebe
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bal kişand ser peyama Rêber Apo a îro û got: “Pêdivî bi qanûnên aştiyê heye da ku entegrasyona demokratîk pêk were. Lewra pirsgirêka Kurd tenê ne pirsgirêka çekan e, bi pirsgirêkên polîtik û neteweyî ve jî girêdayî ye." -
Malbatên girtiyan bang kir: Em zarokên xwe dixwazin
Şêniyên Qamişloyê li Çerxerêya Rojava bi daxuyaniyekê daxwaza berdana girtiyan kir û banga li gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kir ku bi dakevin qadan û dengê wan bigihînin her derê. -
Ji bo malbatên şehîd Welat Kobanê û Elî Doşka serdana sersaxiyê
Şêniyên bajar û gundewarê Kobanê sersaxî ji malbatên şehîd Elî Doşka û Welat Kobanê re xwest. -
MSD: Em pevguhertina êsîran a li Siwêdayê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku ew pevguhertina êsîran a li Siwêdayê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, divê ev destketî ne tenê li cihekî be, li tevahiya xaka Sûriyeyê belav bibe. -
HRW:Divê dema erkê ya komîteya lêpirsînê ya li Sûriyeyê were nûkirin
Rêxistina HRWˊê bang li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir ku dema Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe li ser Sûriyeyê nû bike û diyar kir ku ev gaveke pêwîst e ji bo serxistina qonaxa veguhêz û xurtkirina rêya edalet û berpirsiyariyê -
Aldar Xelîl: Şandeya Kurd dê bi hikûmeta demkî re hevdîtin bike
Aldar Xelîl, diyar kir ku şandeya hevpar a Kurd dê bi hikûmeta demkî re hevdîtin bike û got ku li ser mijarên wekî mafên zimanê Kurdî, dosyaya girtiyan û rakirina dorpêça li ser Kobanê wê nîqaş bên kirin.