QSD: Hevrêyên me Diyar û Şervan di şerê rûmet û hebûnê de şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku Diyar Qamişlo û Şervan Qamişlo 26’ê Çileyê li Çelebiyê şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 şervanan aşkera kir.

QSD'ê diyar kir ku Şervan Qamişlo û Diyar Qamişlo di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de li eniya Çelebiyê ya Kobanê şehîd bûne û got: "Her du şervanan berxwedaneke mezin û lehengane li hemberî êrişên bi armanca têkbirina destkeftiyan û mafên gelê me di jiyaneke azad û bi rûmet de, nîşan dan.

Lehengiya ku di vê berxwedana destanî de hatiye nîşandan, şahidiya berxwedana rûmet û hebûnê ye. Ev berxwedanî jî nîşan dide ku şervanan ne ji bo sînor an xakê, lê ji bo parastina gelê xwe û parastina maf û destkeftiyên wan ên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, têkoşîn kirine. Lehengiya wan û biryardariya wan a bêdawî ya ji bo parastina mafên gelê xwe dê di dil û mejiyê me de bimînin."

QSD'ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya wan nû kir.

Nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:

“Nasnav: Diyar Qamişlo

Nav û paşnav: Xorşîd Mehmûd

Navê dayikê: Xezale

Navê bav: Mecîd

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê - Kobanê, 26 Çile 2026

***

 

Nasnav: Şervan Qamişlo

Nav û paşnav: Rizgar Hesen

Navê dayikê: Emîre

Navê bav: Fûad

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê - Kobanê, 26 Çile 2026”