QSD li gorî peymanê xwe ji Şêxlerê vedikişîne
QSD li gorî peymana 29'ê Çileyê xwe ji navenda bajarokê Şêxlerê yê Kobanê vedikişîne.
QSD li gorî peymana 29'ê Çileyê xwe ji navenda bajarokê Şêxlerê yê Kobanê vedikişîne.
Li gorî peymana ku di 29'ê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Şamê ya Demkî de hate mohrkirin û 30'ê Çileyê ji raya giştî re hate ragihandin, hêzên QSD'ê xwe ji bajarokê Şêxlerê yê li rojavayê Kobanê vedikişînin baregehên xwe.
QSD'ê vekişîna ji navenda bajarok qonax bi qonax da destpêkirin.
Cihên li bajarokê Şêxlerê ji QSD'ê vala bûn wê bi hêzên Asayîşê bê dagirtin.