Li Çelebiyê bendên kontrolê yên hevbeş hatin danîn
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî re li bajarê Çelebiyê yê Kobanê bendên kontrolê yên hevbeş danîn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî re li bajarê Çelebiyê yê Kobanê bendên kontrolê yên hevbeş danîn.
Di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29ˊê Çile ya navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, ku di bendekê de destnîşan dike ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê berpirsiyariya parastina ewlehî û aramiyê, temamkirina pêvajoya entegrasyonê û avakirina bendên ewlehiyê yên hevbeş bigirin ser xwe.
Asayîşê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî bendên hevbeş li bajarê Çelebiyê danîn.
Danîna bendan li Çelebiyê, piştî tesbîtkirina bendên hevbeş di demeke berê de li bajarokê Şiyox ê gundewarê Kobanê û belavbûna hêzên ewlekariyê li herêmê pêk hat.