Li Tirbespiyê dilsoziya bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo hat dubarekirin

Şêniyên Tirbespiyê hevgirtina xwe ji banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, nû kirin.

Rêber Apo, bi boneya salvegera 27’ê Sibatê peyamek nû da û diyar kir ku divê ji qonaxa neyînî derbasî avakirina pozîtîf bibin û got: “Ji bo entegrasyona demokratîk, pêdivî bi qanûnên aştiyê heye.”

Şêniyên bajarê Tirbespiyê bi meşekê hevgirtina xwe ji banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo di 27`ê Sibata 2025` an de dabû destpêkirin nû kir.

Şênî li pêşiya şaredariya gel kom bûn û paşê meşek ji bo hevgirtina xwe nîşan da.

Şêniyan di meşê de wêneyên Rêber Apo û bi erebeyan li nava bajêr geriyan.