ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Derayê di qedexeya derketinê de pevçûn qewimî
Li bajarê Busra El Şam ê rojhilatê gundewarê Derayê hemwextî ragihandina qedexeya derketinê pevçûn derket, kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Hemwextî wê jî li ser rêya Tefes û Dail de ciwanek birîndar bû. -
UNHCR: Ji Kampa Holê 191 Iraqî vegeriyan welatê xer
Di demekê de nezelaliyek li ser rewşa heyî ya kampa Holê ya piştî nakokiyên ewlehiyê û veguhastina malbatan heye, UNHCRˊê daxuyand ku 191 Iraqî ji kampa Holê vegerîne welatê xwe. -
QSD’ê nasnameyên 4 şervanên li Reqayê şehîd bûne ragihand
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanan eşkere kirin ku di berxwedana li hemberî êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne. -
Hikûmeta demkî ‘vekirina nû’ ya Nexweşxaneya Şedadê ku bi salan in xizmetê dide, ragihand
Tevî ku Nexweşxaneya Şedadê beriya 4 salan ve ji hêla Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatibû vekirin jî, lê Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta demkî îro wekî ku qey nû hatiye çêkirin ragihand ku ji xizmetê re hatiye vekirin. -
MSD bi şandeya Partiya Çep ya Swêdî re civiya
Di hevdîtina navbera hevserokatiya MSDˊê û şandeya Partiya Çep ya Swêdî de peymana 29ˊê Çileyê, dorpêça li ser Kobanê û mafên jinan hat nîqaşkirin. -
Malbata ji Kobanê ku hatibû revandin, hat berdan
Piştî çend rojan ji fikar, bendewariyê û dayîna pereyan, koma çekdar a ku malbata Kurd a ji gundewarên Kobanê revandiye berda. -
Li Til Koçerê pevçûn derket: 2 kes mir û 5 kes birîndar bûn
Di navbera 2 malbatên ji qebîleya Şemer a Erebî li Til Koçerê de nakokiyek veguherî pevçûneke çekdarî, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. -
Di laboratuwara navendî ya Kobanê de derman diqedin
Di Laboratuwara Navendî ya girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Kobanê de ji ber dorpêça komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê derman li ber qedînê ne. -
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê zarokek ji Qubtan El Cebel di teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da. -
Ji Kongra Star daxuyaniya têkildarî dorpêça li ser Kobanê
Kongra Star li ser dorpêça li Kobanê û rewşa zarokan a li bajêr daxuyaniyek da û got, "Rewşa niha ya Kobanê û bêdengiya cîhanê ya li pêşberî êrişên komên ser bi Tirkiyeyê şermeke mezin e." -
Li Kobanê ya ku 31 roj in dorpêçkirî ye rojiya Remezanê destpê kir
Li bajarê Kobanê ku 31 roj in dorpêçkirî ye, di nava şert û mercên giran de meha Remezanê destpê kir. -
'Têkoşîna jinan ji bo civaka exlaqî û polîtîk e'
Feraşîn Dêrik destnîşan kir ku jinên Apoyî bi têkoşîna xwe pêşengtiya tevahî jinên cîhanê dikin û got, "Têkoşîna me ji bo civaka exlaqî û polîtîk e." -
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Çekdarên nenas li taxeke bajarê Humsê êrişek çekdarî pêk anî, di encamê de 2 ciwanên destgiriyê hev hatin qetilkirin. -
Gelê Rojava bi ruhekî kolektîf parastina bajarên xwe didomînin
Gelê Rojava bi ruhekî berpirsiyar û komî li kêleka hêzên xwe yên ewlehiyê ye, bi rêya birêxistinkirina nobedariyên şevê parastina bajarên xwe dike. -
Malbateke ji Kobanê ku hewl dida derbasî Lubnanê bibe, hat revandin
Malbateke Kurd a ji 7 kesan pêk tê ya ji gundewarê Kobanê dema hewl dida derbasî Lubnanê bibe, beriya sînorê Sûriye-Lubnanê tê revandin. -
Şandeya Zanîngeha Rojava serdana Parêzgarê Hesekê kir
Şandeya Zanîngeha Rojava di hevdîtina Parêzgarê Hesekê de mekanîzmayên entegrakirina beşên xwendinê yên taybet û giştî, rêbazên birêxistinkirinê û wergerandina meteryalan, dozên perwerdehiyê yên girêdayî herêmê nîqaş kirin. -
Li Kobanê 3 şehîd hatin veşartin, 9 şehîd hatin bîranîn
Li Kobanê şervanên YPJ’ê Arîn Hemzê û Jiyan Amed û şervanê YPG’ê Hemê Tefşo bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
Li Hesekê karên entegrasyona saziyên tenduristiyê destpê kir
Komîteya tenduristiyê ya ji aliyê Walîtiya Hesekê ve hate diyarkirin dest bi karên entegrasyona saziyên tenduristiyê kir. -
MSD: Pirsgirêkên aborî mezin bûn, divê demildest bên çareserkirin
MSD’ê daxuyanî da û got, “Pirsgirêkên aborî yên li hemû herêmên Sûriyeyê mezin bûne û divê demildest bên çareserkirin.” -
30 roj in Kobanê di nava dorpêçeke giran de ye
Li bajarê Kobanê ev 30 roj in dorpêçeke giran heye, rewşa gel her diçe girantir û krîtîk dibe. -
Kurê serhildêr ê Amedê: Xebat Rizgar
Bû salek ku ji nava me çû qehremanê serhildêr û wêrek. Niha ne li binê axê, lê di dilê me de, li eniyên berxwedanê, li deşt û çiyê ye. -
Zanîngeha Şerq a li Reqayê bi Zanîngeha Firatê ya Kobanê ve hat girêdan
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûriyeyê Merwan Helebî ragihand ku komîteyek wezaretî ya ji bo temamkirina proseyên entegraykirina Zanîngeha Şerq di nava şaxek Zanîngeha Firatê de, ava kir, di heman demê mafên tevahî xwendekaran parastî ye. -
Çete li gundewarên Sirînê talan û diziyê didomînin
Çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk li gundewarên Sirînê mal û milkên Kurdan didizin û talan dikin. -
Karwanek ji malbatên DAÎŞˊê ya ji Kampa Holê, gihişt gundewarê Helebê
Karwanek ji malbatên çeteyên DAIŞˊê yên li kampa Holê, di nava nezelaliyên têkildarî veguhastina wan de, gihîşt gundewarê Helebê. -
Wezîrê Rewşên Awarte û Karesatan ê hikûmeta demkî serdana Parêzgarê Hesekê kir
Wezîrê Rewşên Awarte û Karesatan ê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina hemahengiya xizmetguzarî û pêşxsitina bersivdana karesatan serdana Parêzgarê Hesekê kir.