Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Endamê Desteya  Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslum, li Hewlêrê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin ji ber nexweşîna gurçîkê jiyana xwe ji dest da. Salih Muslim ê ji Kobanê 75 salî bû.

Salih Muslim sala 1951’ê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Yek ji damezrênerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a di sala 2003’yan de bû. Muslim yek ji demên herî dijwar yên Şoreşa Rojava bû Hevserokê PYD’ê. Her wiha kurekê wî yê binavê Şervan Muslim di berxwedana rizgarkirina Girê Spî de şehîd bû.

Muslim di destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di sala 2011’an de di avakirina sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk, anîna gel hev ya hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, roleke aktîf, dîrokî û pêşeng leyîst.

Salih Muslim, heta şehadeta xwe têkoşîna xwe domand. Tevî ku bi salan ji nexweşiyê êş kişand jî, lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda û wekî Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê berpirsiyariyên yên di kêliyên dawî yên jiyana xwe de jî bêyî dudilî bicih anî.