Vegera koma duyemîn ku dihat payîn vegere Efrînê, taloq bû

Çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê ku dê 12’ê Adarê (2026) pêk bihata taloq bû.

Vegera koma duyemîn ku Meclîsa Koçberan a Efrîn- Şehbayê berê ragihandibû ku di 12’ê Adarê de pêk were, hate taloqkirin. Dê 200 malbatên ji navçeya Raco û navenda Efrînê vegeriyana. Lê îro çûyîna koçberan hat taloqkirin. 

Li ser sedemên taloqkirina çûyînê agahî nehat girtin.

Koma yekemîn a koçberan di 9’ê Adarê de ji Hesekê bi rê ket û 10’ê Adarê gihişt Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê bi ewle gihiştin warê xwe.