100 girtiyên ku hatin berdan ji aliyê malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin

100 girtiyên ku di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29’ Çileyê ya di navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatin berdan, gihîştin Hesekê.

Malbatên dîlgirtiyan û şêniyên Hesekê komeke din a dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Çerxerêya Panorama ya bajêr pêşwazî kir. 

Di pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, hejmarek ji kesayetên herêmê û rûspiyên bajêr amade bûn.

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de dîlgirtî hatin berdan û şêniyan hêvî kir ku di demên pêş de hemû dîlgirtî werin berdan û li malbatên xwe vegerin.

Hejmara dîlgirtiyên hatine berdan 100 kes e, ji Reqa, Dêrazor, Kobanê û Qamişloyê ne.