Agir bi avahiya Ronahî TV ket

Agir bi avahiya navendî ya Ronahî TV ket. Ji ber şewatê herikîna weşanê bi demkî sekinî.

Li avahiya Ronahî Tv ya li bajarê Qamişloyê şewat derket. Weşanê kanalê demkî hatiye rawestandin.

Ajansa ANHA’yê ragihand ku berbanga îro li avahiya kanala Ronahî Tv şewat a li bajarê Qamişloyê şewateke mezin derket.

Gorî agahiyan di encama şewatê de studyoya sereke û odeya kontrolê bi tevahî şewitîn û weşana zindî ya kanalê demkî hate rawestandin.

Tîmên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê û şewat kontrol kirin. Têkildarî zerarên mirovî heya niha agahî nehatin bidesxistin.

Aliyên têkildar der barê bûyerê de lêkoîn dane destpêkirin.