ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Fermandarê Asayîşê: Koma ewil a 400 kesî roja Duşemê vedigere Efrînê
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl ragihand ku Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja Duşemê vegere herêma Efrînê. -
Jinên Çilaxa û Tirbespiyê 8’ê Adarê pîroz kirin
Kongra Star bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, li bajarê Çilxa û Tirbesiyê ji bo şehîdan mûm pêxist. -
Êrîşî bendê kontrola hevpar a li gundewarê Kobanê hat kirin
Li gundê Şêxlera Jorîn ê Kobanê komeke çekdaran êrişî bendê kontrolê yê hevbeş kir, di encamê de hin êrişkar birîndar bûn. -
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke Wezareta Perwerdeyê kir
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyek Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û awayên hevkariya hevbeş bo pêkanîna mekanîzmaya entegrasyonê gotûbêj kirin. -
Mazlûm Ebdî bi malbatên girtiyan re civiya
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi komîteyek ku nûnertiya malbatên kesên ku di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîl hatin girtin dike re civiya. Ebdî diyar kir ku ev mijar ji bo wan pir girîng e û wê tu tawîz nayê dayîn. -
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
SOHR’ê daxuyand ku li bajarê Şedadê di êrişeke çekdarî de zarokek hat qetilkirin û bav û birayê wî hatin birîndarkirin. -
Cenazeyên şehîd Baran, Şiyar, Karker û Şîndar hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Baran Êlecax (Mistefa Mihmê), Şiyar Kobanê (Wail Bozo), Karker Rizgar û endamê Hêzên Asayîşê Şîndar (Şîndar Mihemed Elî) li Kobanê hatin veşartin. -
Li Kobanê 3 kes hatin revandin
Aqûbeta 3 kesên ku 4’ê Adarê li gundê Cexer ê Kobanê hatine revandin, nayê zanîn. Malbatan ji bo ronîkirina bûyerê, bang li saziyên eleqeder kirin. -
Sekreterê Giştî yê NYˊyê banga agirbest û dîplomasiyê kir
Sekreterê Giştî yê NYˊyê îro êrişên "neqanûnî" yên li Rojhilata Navîn şermezar kirin, hişyarî da ku şerê zêde li çend welatên herêmê dikare ji kontrolê derkeve û banga agirbestê û vegera danûstandinên dîplomatîk ên cidî kir. -
Parêzgarê Hesekê û şandeya hikumeta demkî li ser vegera koçberan nîqaş kirin
Hat diyarkirin ku parêzgarê Hesekê û şandeyeke hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser vegera koçberan nîqaş kirin. -
Jinên ciwan pêşbirkeke bezê û bisêklêtan lidar xist
Li Kobanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan pêşbirkeke bezê û bisêklêtan hate lidarxistin. -
Şoreşa jina Kurd bûye îlhama tevahî jinên cîhanê
Îro, jinên Kurd bi rihê 8'ê Adarê têkoşîna xwe didomînin û careke din nîşan didin ku têkoşîna azadiyê ji her cure zilmê xurttir e. -
Bi dronê êrîşî Siwêdayê hat kirin: Sivîl birîndar bûn
Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar kir ku 2 dronên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bajarokê Mecdel hedef girtin, hêzan yek xist xwarê û ya din jî hejmarek mal bombebaran kir. -
Li Reqayê bi çekê gef li xebatkarên alîkariyê hat xwarin, tiştên wan hat dizîn
Li Reqayê çekdarên êrişî 4 karmendên Kurd ên girêdayî Rêxistina Mirovî ya Navneteweyî ya Blumont kir, mûçe û tiştên wan ên şexsî dizîn. -
Parêzgarê Hesekê û UNICEFˊê li ser jinûve vekirina stasyona avê ya Elokê civiyan
Parêzgarê Hesekê di hevdîtina li gel nûnerên rêxistina UNICEFˊê de daxwaza xebata cidî ji bo jinûve pêxistina stasyona avê ya Elokê ji bo bajarê Hesekê û sererastkirina hejmarek dibistanên parêzgehê kir. -
Fermandara YPJ’ê û şervanê QSD’ê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Fermandara YPJ’ê Şîlan Kobanê û şervanê QSD’ê Karker Kobanê li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Jin bûn pêşenga şoreşa Rojava û sîstemên desthilat têk birin
Jinên Kurd li hemberî her desthilatdariyê serî hildan e, ji dîrokê û heta niha şoreşên mezin jî bi rêve birine. -
Komên ser bi hikumeta demkî 74 gundên Kobanê talan kirin
Komên çekdar ên ser bi hikumeta demkî ya Şamê piştî ku xwe ji 74 gundên Kobanê vekişandin, gund talan kirin. Ji ber ku komên çekdar hîn li 10 gundan heye, ev yek vegera gel asteng dike û bicihanîna peymana 29'ê Çileyê dereng dixîne. -
Li Hesekê li rêyên stratejîk nuqteyên hevpar ên kontrolê hatin danîn
Hêzên Asayîşê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî wekî beşek ji hewldanên hêsankirina tevgera welatiyan û ewlekirina rêyên girîng nuqteyên hevbeş li ser rêyên ber bi parêzgeha Hesekê ve çêkirin. -
Li Kobanê partiyên siyasî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê red kir
Patiyên siyasî yên bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê erkdarkirina kesekî ji derveyî bajarê Kobanê ku temsîla wê nake red kir û daxwaza betalkirina biryarê erkdarkirinê kir. -
Ji bo Deriyê Sînor ê Sêmalka civîna hevpar hate kirin
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl Elî tevî fermandarê Ewlekariya Hundirîn Merwan El Elî bi şandeya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya bi serokatiya gerînendeyê deriyên bejahî û deryayî re civînek li deriyê Sêmalka li dar xist. -
Parêzgarê Hesekê şandeya hikumeta demkş pêşwazî kir
Parêzgarê Hesekê, Endazyar Nûredîn Ehmed ji bo temamkirina proseyên aktîvkirina Gerînendetiya Posteya Hesekê şandeyek hikumeta demkî pêşwazî kir da ku ji sibe ve dest bi serfkirina mûçeyên karbesan bikin. -
Li Kobanê ji bo 5 şehîdan merasîm
Xelkê Kobanê cenazeyê şehîdan bi merasîmeke bi heybet spart axê û 3 şehîd jî bi bîr anî. -
Li bejahiya Şamê gora komî hate dîtin
Li bajarê Edara yê li bejahiya Şamê di gorekê de 4 cenaze hate dîtin. -
QSD'ê şehadeta 6 şervanên xwe ragihand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana li dijî êrişên komên ser bi hikumeta demkî de şehîd bûn.