Parêzgarê Ehmed û berpirsa UNICEF'ê li ser perwerdehiyê axivîn

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Cîgira Nûnerê UNICEF'ê ya li Sûriyeyê re li ser pergala perwerdeyê nîqaş kirin. Her du alî li ser xurtkirina hevkariyê li hev kirin.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya Cîgira Nûnera UNICEF'ê ya li Sûriyeyê Zeyneb Adem kir, da ku li ser pergala perwerdehiyê li parêzgeha Hesekê û pêdiviyên dibistanan nîqaş bikin.

Li ser hesabê fermî yê parêzgehê hate belavkirin ku Rêveberê Perwerdehiyê Ednan El Barî û Rêveberê ofîsa UNICEF'ê li Qamişlo Jiwêl Frand beşdarî civînê bûn.

Her du aliyan li ser girîngî û xurtkirina hevkariyê ji bo pêdiviyên perwerdehiyê û başkirina rewşa dibistanan li parêzgehê li hev kirin.