Mazlûm Ebdî êrişa li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişa li ser hêzên pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê weşand.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişa li ser hêzên pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê weşand.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew êşa gelê Kurd ê Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge parve dikin û ji ber şehadeta pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan gelekî êşiyan e.
Ebdî di peyama xwe de di serî de ji Mesûd Barzanî, ji rayedarên Herêma Kurdistanê hemûyan û malbatên şehîdan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xwest.
Evdî diyar kir ku êşa gelê Kurd hevpar e û wê piştevaniyê xurt bikin.