Li Rojava gel diherike qadên Newrozê

Li Dêrik, Girkê Legê û qadên derdor bi hezaran kes herikîn şahiyên Newrozê. Şahiya li Amûdê ji ber şert û mercên hewayê hate taloqkirin.

NEWROZA 2026’AN

Girseyên şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê yên herêma Cizîrê berê xwe didin qadên Newrozê.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê û Çilaxa û gundewarên wê cil û berên xwe yên kurdî li xwe kirine û berê xwe didin gundê Helîq ê Girkê Legê.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo, alên YPJ, YPG, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên "Newroz pîroz be" hatiye xemilandin.

Piştî pêxistina meşaleya Newrozê û deqeya rêzgirtinê, dê bernameya pîrozbahiyê bi axaftina şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer dest pê bike.

Hunermend Sumeya Mihemed, Koma Serhildan, Koma Alanya, hunermend Hesen Dêrik, Koma Gulan Zelal, koma şanoyê, her wiha hunermend Şadiya, Bengîn Adem û Wail Haco dê derkevin ser dikê.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê, gundên herêma Koçerat û Beravê jî bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qada pîrozbahiyê. Qada pîrozbahiyê bi sembolên kurdî, alên YPG û YPJ'ê hatiye xemilandin.

Di bernameya pîrozbahiyê de piştî pêxistina meşaleya Newrozê dê endana Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf biaxivin.

Di pîrozbahiyê de dê Koma Cûdî, Koma Ava Şîn, Koma Elefretiya, Koma Koçerat, hunermend Hesen Dêrik û Şivan Cizîrê hunerên xwe pêşkêş bikin.

Çûyîna gel a ber bi qadên pîrozbahiyê ve dewam dike.