Li Efrîn û Helebê êrîşa li dijî Kurdan û sembolan wan

Bi dehan kesên hawirde, di dema pîrozbahiyên Newrozê de, êrişî malbatên Kurd ên li Efrînê û Helebê kirin û erebeyên wan xerab kirin.

Di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de bi dehan kesên hawirde êrişî malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê kirin.

Li Efrînê bi dehan kesan bi awayekî koman êrişî ciwan û jinan ên Kurd kirin, erebeyên wan şikandin û heqaret li sembolên Kurdî kirin.

Çavkaniyên taybet ji Efrînê da zanîn kesên nijadperest ên hawirde diruşmên nijadperestî û taîfperestî li nava bajarên Efrînê avêtin û heqaret li sembolên Kurdan kirin.

Ji Helebê jî agahî hatin wergirtin ku endamên ewlehiyê yên hikumeta demkî bendên kontrolê yên li têketinên taxa Şêxmeqsûdê rakirin û rê vekirin ku nijadperest êrişî Kurdên li taxê bikin.

Ev pêkanînên nijadperestî û tafîperestî hemwextî pîrozbahiya gelê Kurd ya 21ˊê ya Newrozê tên.