Li Qamişloyê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kir

Bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişloyê tijî kirin. Pîrozbahî bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekîtiya demokratîk a Kurd" hat lidarxistin û banga yekîtiya neteweyî hat kirin.

Bi deh hezaran kesên ji Qamişlo û gundên derdorê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê kom bûn û bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekîtiya demokratîk a Kurd" Newroz pîroz kirin.

Gel bi cil û bergên neteweyî hatin stadyumê. Stadyum bi rengên zer, kesk û sor, poster û alên cûrbecûr hat xemilandin. Li qada pîrozbahiyê alênsembola Şoreşa Rojava, YPG, YPJ û Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Her wiha li qadê pankartên "Berxwedan jiyan e, yekîtî hêz e", "Yekîtiya neteweyî ne vebijarkek e, pêdivî ye" û "Em ê bi yekîtiyê azadiya xwe bi dest bixin" hatin daliqandin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre, agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin û peyama Rêber Apo hat xwendin.

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivîn. Di axaftinên wan de bal kişandin ser têkoşîna ji bo Newrozê hatiye dayîn û girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî.

Komên muzîkê û hunermend derketin ser dikê û stran gotin. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.