ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran kesî Salih Muslim ber bi Kobanê ve bi rê kirin
Bi hezaran Kurdistanî di merasîma cenazeyê şehîd Salih Muslim de li hev kom bûn û karwanê cenaze ji bajarê Qamişloyê ber bi Kobanê ve bi rê kirin. -
Rêxistinên civaka sivîl ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê dan
Rêxistinên civaka sivîl bi wesîleya şehadeta endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê peyamek sersaxiyê weşand û got, mîrateyek neteweyî û mirovî ya bêhempa hişt. -
YRA: Çapemeniya Azad endamek xwe ya fedakar winda kir
YRAˊyê bi daxuyaniyekê sersaxî da malbata kedkdarê ragihandina azad û rêvebirê ajansa me Osman Kiliç û got, "Rêwîtiya Osman Kiliç wê ji nifşên bê re bibe çavkaniya îlhamê." -
Salvegera Serhildana 12’ê Adarê: Şehîd bûn meşaleya şoreşê
Bi boneya salvegera 22'yemîn a Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişloyê di serî de Qamişlo li bajarên girêdayî Cizîrê merasîm hatin lidarxistin û serdana gora şehîdan hat kirin. -
Dronek li baregeha Qesrik a Koalîsyonê ya li Hesekê hat xistin
Hate ragihandin ku drona ku hewl da li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê bide, hat xistin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de tu zirar çênebûne. -
Peyamên sersaxiyê ji bo Salih Muslim
Komela Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê û Partiya Sûriya Pêşerojê diyarkirin ku wefata Salih Muslim ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê windahiyeke mezin e û sersaxî dan malbat û xizmên wî. -
3 kesên ku konê sersaxiyê yê Elaa El Emîn şewitandin, hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 kesên destên wan di şewitandina konê sersaxiyê yê Elaa El Emîn de hene hatin girtin û wê encamên lêpirsînê bên parvekirin. -
Kongra Star ji bo winda û girtiyan kampanyaya îmzeyê da destpêkirin
Kongra Star kampanyayek îzmeyan ji bo diyarkirina çarenûsa windayan û dîlan da destpêkirin, dê kampanya heta 17’ê Adarê bidome. Hûn dikarin li ser vê navnîşanan beşdarî kampanyayê bibin: [email protected] -
Rêveberiya Kobanê: Divê hikumet berpirsyariyên xwe yên peymanê bi cih bîne
Rêveberiya Xweser a Kobanê ragihand ku pêwîstiyên peymana 29'ê Çileyê hîn bi cih nehatine anîn û diyar kir ku dorpêça li ser bajêr dewam dike û binpêkirin li hemberî sivîlan tê kirin. -
Eyşe Efendî: Ez ê têkoşîna şehîd Salih Muslim dewam bikim
Hevjîna şehîd Salih Muslim Eyşe Efendî biryadariya ji bo meşandina têkoşîna mafê gelê Kurd destnîşan kir û anî ziman ku Salih Muslim yek ji hevrêyên Rêber Apo bû. -
Cenazeyê Salih Muslim ji deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bû
Cenazeyê yek ji siyasetmedarê pêşeng ê Kurd û têkoşerê Şoreşa Rojava Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, derbasî Rojava bû. -
Rûken Ehmed: Salih Muslim gelekî girêdayî fikrên Rêber Apo bû
Ji Rêveberiya bajarê Kobanê Rûken Ehmed diyar kir ku li ku derê zor û zehmetî hebû ji bo çareserkirinê Şehîd Salih Muslim berê xwe dida wir û heta dawiyê jî xwedî li doza xwe derket. -
YPJ: Wê keda Salih Muslim her tim di dil û bîra me de be
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê şoreşger û siyasetmedar Salih Muslim bi bîr anî û ew weke pîvana rasteqîn a welatparêziyê pênase kir. -
Malbata Hozan Ebdullah: Em dixwazin Hozan û hemû hevalên wî vegerin
Malbata Hozan Ebdullah ê ku di şer de dîl hate girtin, daxwaza vegera kurê xwe kir. -
Nasnameya 6 şehîdan hate eşkerekirin
QSD'ê şehadeta 6 şervanên xwe eşkere kir û ragihand ku şervanênw an di bersivdayîna êrişên komên hikumeta demkî şehîd bûn. -
Cenazeyê Salih Muslim ber bi Rojava ve hate birêkirin
Cenazeyê Salih Muslim ji Saziya Tipa Edlî ya Hewlêrê hate wergirtin û bi merasîmekê ber bi Rojava ve hate birêkirin. -
Li Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî hate bombekirin
Li nêzî Balafirgeha Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî doh bi şev hate bombekirin. 2 kes birîndar bûn. -
Agir bi avahiya Ronahî TV ket
Agir bi avahiya navendî ya Ronahî TV ket. Ji ber şewatê herikîna weşanê bi demkî sekinî. -
Aldar Xelîl: Mîrateya têkoşîn û helwestên Muslim di bîranîn û rêwîtiya me de bimîne
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, der barê şehadeta siyasetmedarê Kurd Salih Muslim de peyama sersaxiyê weşand û got: “Mîrateya têkoşîn û helwestên wî yên bi nirx dê di bîranîn û rêwîtiya me de bimîne." -
Mazlûm Ebdî: Em ê li ser şopa Salih Muslim bimeşin
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî der barê şehadeta Salih Muslim de peyama sersaxiyê weşand û got, "Bavê Welat dostekî nêz û welatparêzekî Kurd ê hêja bû. Em ê şopa şehîdê doza gelê Kurd Bavê Welat bidomîn, heta hêviyên wî bi cih bînin." -
PYD: Em ê li ser rêya ku Muslim vekiriye, bimeşin
Partiya Yekîtiya Demokrîtk (PYD) diyar kir ku ew ê li ser rêya Salih Muslim ku di dîroka Kurdistanê de şop hiştiye bimeşin û heta ku bigihîjin armancên ku ew bawer dikir, têkoşîna xwe bimeşînin. -
Şehîdên 12’ê Adarê li Qamişloyê hatin bibîranîn
Ji bo bîranîna kesên ku di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê ji aliyê rejîma Baasê ve hatin qetilkirin, mûm hatin pêxistin. -
Vegera koma duyemîn ku dihat payîn vegere Efrînê, taloq bû
Çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê ku dê 12’ê Adarê (2026) pêk bihata taloq bû. -
Salih Muslim jiyana xwe ji dest da
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. -
Çûn û hatina li ser rêya M4 destpê kir
Çûn û hatina wesayîtan bi qismî li ser rêya navneteweyî (M4) ku herêma Cizîrê û Helebê ku hev girêdide, ji nû ve dest pê kiriye, wesayîtên taybet, kamyon û hin erebe derbas dibin, şêniyên herêmê ji spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin ku rêk vekirine.