Kongra Star rojbûna Rêber Apo bi çandina 77 daran pîroz kir
Kongra Star bi boneya 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo li bajarokê Hîmo yê Qamişloyê 77 dar çandin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku wê fikrên Rêber Apo her jiyanî bibe.
Kongra Star bi boneya 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo li bajarokê Hîmo yê Qamişloyê 77 dar çandin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku wê fikrên Rêber Apo her jiyanî bibe.
Bi boneya 4'ê Nîsanê, Kongra Star a bajarê Qamişloyê, li qada Newrozê ya bajarokê Hîmo yê Qamişloyê, bi beşdarbûna sazî, endamên komînan û xelkên bajêr, 77 dar çandin.
Dema daran dihatin çandin, dayikan behsa jiyana rêbertî dikir û digotin; "Rojbûna wî pîroz û bi nirx e."
Piştî çandina daran, amadebûyan li ber stranên şoreşgerî dîlan gerandin û siloganên "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin.
Di çalakiyê de Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl Rojbûna Rêber Apo li hemûyan pîroz kir û got: "Di dîrokê de gelek serok hene, lê Rêber Apo rêberek navnetewî ye, rojbûna wî rojbûna tevahî cîhanê ye. Belê rêberê me bi awayekî fîzîkî ne di nav gelê de ye, lê fikir û felsefeya wî di me de ye."