UNICEF: Bikaranîna dibistanan bo navendên demkî siberoja zarokan tehdît dike

UNICEFˊê diyar kir ku bikaranîna dibistananên ji bo navendên demkî yên bicihkirina koçberan li parêzgeha Hesekê siberoja perwerdehiya zarokan tehdît dike.

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) diyar kir ku zarokên li parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyeyê di rewşên zehmet de dijîn û pêdiviya wan bi hewcedariyên mirovî yên mezin hene.

UNICEFˊê anî ziman ku zivistana îsal pir dijwar bû, li herêmê berf û lehî çêbûn, wê jî zehmetiyên malbatan zêde kirin.

Rêxistina UNICEFˊê da zanîn ku bikaranîna dibistanan weke navendên demkî yên bicihkirina koçberên hîna bandoreke rasterast li perwerdehiya zarokan dike, siberoja wan tehdît dike.