ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mazlûm Ebdî û nûnerê Hikûmeta Demkî li hev civiyan
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û nûnerê hikumeta demkî Ziyad El Ayiş bi amadebûna Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê bi taybet vegera koçberan nîq -
Kantona Cizîrê bi wesîleya Newroz û Remezanê efûya biryara efûya giştî da
Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi boneya cejna Newrozê û Remezanê efûyek giştî derxist. -
Di salvegera 8’an a dagirkirina Efrînê de li Rojava çalakiyên protestoyî
Di salvegera 8’an a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de, li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Li Çelebiyê gel berê xwe da qada Newrozê
Ji Çelebiyê û derdor gel ji bo şahiya Newrozê berê xwe da gundê Reqasê. -
MSD: Çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawî dagirkeriya Tirkiyeyê ve girêdayî ye
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawîbûna dagirkeriya Tirkiyeyê û qedandina hebûna komên çekdar ên wê ve girêdayî ye. -
Agirê Newrozê li bajarên Rojava gur dibe
Xelkê bajarên Qamişlo, Hesekê, Çilaxa û Rimêlanê agirê Newrozê vêxistin, govend li ber stranên şoreşgerî gerandin. -
Li Dêrik û Dirbêsiyê şehîd hatin spartina axê
Şervanên QSD’ê Raman Soro, Şerzan Sason, Milîtan Rojava û Mihemed Mutaî li Dêrik û Dirbêsiyê hatin veşartin. -
Konferansa jinê: Divê hikumet xwe biguherîne, jin bê parastin nabe
Di konferansa jinê de sernavên "Parastin û Entegrasyon" hatin nîqaşkirin. Hate ragihandin ku entegrasyon nayê wateya helandinê û hate gotin, divê hikumet xwe biguherîne. -
Agirê Newrozê li Qamişloyê gur bû
TEV-DEM'ê û Rêveberiya Perwerdeyê ya Qamişloyê agirê Newrozê dadan. -
Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan û ji bo xurtkirina azadiyê peyam hate dayin. -
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Saziya li dijî terorê ya Iraqê ragihand ku li Mûsil û Kerkûkê di operasyonan de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Li Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê agirê Newrozê hatin pêxistin
Gelê Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê cilên elêrî li xwe kirin, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. -
Li Dêrazorê şehîdgeha QSD'ê hat xerakirin
Şehîdgeha QSD'ê ya li bajarokê El Kesar ê gundewarê Dêrazorê hat xerakirin. Şênî û malbatên şehîdan hêrs û nerazîbûnên xwe nîşan dan. -
Li Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Kobanê bi boneya Cejna Newrozê daxuyanî hate dayîn û agirê Newrozê hate pêxistin. -
Ji ber lehiyê zarokekê din jiyana xwe ji dest da
Ji ber lehiya ku duh çêbûye zaroka yek salî Aya Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û bavê wê Ebd Îbrahîm jî birîndar bû. -
Parêzgarê Hesekê şandeya hikumeta demkî qebûl kir
Parêzgar Nûredîn Ehmed û hikumeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî hevkariya di qada çavkaniyên enerjî û avê de nîqaş kirin. -
Pira Sêmalka di bin avê de ma: Derî hate girtin
Ji ber barana zêde Çemê Dîcleyê rabû û pira Sêmalkayê di bin avê de hişt. Ji ber xisara giran a li pirê, deriyê sînor ê Sêmalka heta dawiya Cejna Remezanê li çûn û hatinê hate girtin. -
HRANA: Di êrişên Îsraîl-DYE'yê de 11 kes hatin kuştin
HRANA'yê ragihand ku di êrişên 24 saetên dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 11 kes hatin kuştin, 22 jî birîndar bûn. -
Deriyê Hemamê hate girtin
Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku Deriyê Sînor ê Hemamê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye wê bi temamî bê girtin. -
Nasnameya 6 şehîdên QSD'ê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 6 şervanên xwe eşkere kir ku meha Çileyê li cih û demên cuda şehîd bûn. -
Di 3 mehên destpêkê yên 2026'an de herî kêm 131 jin û zarok mirin
Li gorî rapora SOHR'ê di sê mehên destpêkê yên 2026'an de li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi dehan jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. -
Nasnameya şehîdekî Helebê hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamê xwe Rohat Raco eşkere kir ku li Helebê şehîd bû. -
Salih Muslim li Beyrûd û Şamê hate bîranîn
Li Şam û Beyrûdê siyasetmedarê Kurd û endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hate bîranîn. -
Li Efrînê lehî rabû: Zarokek xeniqî
Li geliyê Şera yê Efrînê ji ber barana zêde lehî rabû. Zarokekê jiyana xwe ji dest da, yek jî hate rizgarkirin. -
'Wê tevahî êş û janên me bibin haveynê rojên azad'
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera Komkujiya Helebceyê ya 16’ê Adara 1988’an de daxuyanî da û got, “Wê tevahî êş û janên me li ser xakeke azad bibin haveynê rojên azad û bedew.”