Azad Hisên ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê Azad Îsa Hisên ji bo birêvebirina karûbarên Komeleya Îdarî ya Qamişloyê erkdar kir.

Gerînendetiya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Parêzgeha Hesekê biryarnameya erkdarkirina Azadî Îsa Hisên bo Rêveberê Komeleya Perwerdeyê derxist.

Di biryarnameya erkdarkirinê de hat gotin ku, “Li ser bingeha pêdiviyên berjewendiya giştî, ev biryar tê dayîn: Birêz Azad Îsa Hisên ji bo birêvebirina karûbarên komeleya îdarî ya Qamişloyê heta ku prosedûrên yasayî bi dawî bibin tê erkdarkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye Azadî Îsa Hisên berê jî di dema xebatên xwe yên nava saziyên Rêveberiya Xweser de heman erk wergirtibû.