Piştî 6 salan rêya Til Temir û Serêkaniyê vebû

Piştî 6 salan rêya Til Temir û Serêkaniyê ji bo veguhastinê hat vekirin.

Bi çavdêriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Asayîşê rêya Til Temir Û Serêkaniyê hat vekirin.

Di dema vekirina rê de ji fermandarên QSD'ê Serdan Heleb û fermandarê hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî, tevî şandeyek ji hikûmeta demkî amade bûn.

Mehmûd Xelîl Elî, diyar kir ku tevahî bendên li ser rê dê were rakirin û bendek hevbeş a demkî were danîn.

Rêya Til Temir û Serêkaniyê ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve  (Cotmeh 2019) girtî bû.