ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çiya Kobanê bi fermî dest bi wezîfeyê kir
Endamê Fermandariya Giştî ya QSD'ê Çiya Kobanê bi rengekî fermî dest bi wezîfeya Alîkariya Fermandarê Tumena 60'emîn kir. -
Şehîdên enternasyonalîst li Qamişloyê hatin bîranîn
Di salvegera çalakiya Elefteria Fortulaki ya ku bi gotina “ez Kurdistanê jî mîna welatê xwe dibînim” Newroz bi bedena xwe mezin kir, li Qamişlo merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Rêber Apo bang kir
Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pêvajoya aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd "lezgîn" e. -
Egîd Cemal ê li Reqayê şehîd bû hate veşartin
Şervanê QSD'ê Egîd Cemal ê li Reqayê şehîd bû li Tirbespiyê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dilşêr hate veşartin. -
Parêzgarê Ehmed û berpirsa UNICEF'ê li ser perwerdehiyê axivîn
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Cîgira Nûnerê UNICEF'ê ya li Sûriyeyê re li ser pergala perwerdeyê nîqaş kirin. Her du alî li ser xurtkirina hevkariyê li hev kirin. -
Şehîd Yekta Herekol li Dêrikê hat bîranîn
Şehîd Yekta Herekol ku di sala 2004’an de li Helebê bedena xwe da ber agir, di çarçoveya Roja Şanoya Cîhanê de li Dêrikê hat bîranîn. -
Parêzgarê Hesekê bi şandeya NY û saziyên alîkariya mirovî re civiya
Parêzgarê Hesekê li gel şandeyeke NY’yê, rêxistinên mirovî, nûnerên Rêveberiya Avê, Rêveberiya Kar û Barên Civakî, her wiha Heyva Sor a Sûriyeyê û Heyva Sor a Kurd, rewşa mirovî, şert û mercên kampan, rêbazên piştgiriya vegera koçberan û ji nû ve aktîfkir -
Partiyên li Rojava nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dan
Partiyên li Rojavayê Kurdistanê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin ku di encamê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Qamişloyê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kir
Bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişloyê tijî kirin. Pîrozbahî bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekîtiya demokratîk a Kurd" hat lidarxistin û banga yekîtiya neteweyî hat kirin. -
Mazlûm Ebdî êrişa li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişa li ser hêzên pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê weşand. -
Li Hesekê û Dirbêsiyê di Newrozê de ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdan bang hate kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê di pîrozbahiyên Newrozê de hate ragihandin ku divê gelê Kurd ji bo mafên xwe yên siyasî û çandî têbikoşe û banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin. -
Pîrozbahiyên Newrozê: Divê Rêber Apo azad bibe
Li Tirbespiyê û Amûdê beşdarên pîrozbahiyên Newrozê diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekîtiya demokratîk a Kurdan pêk were. -
Aldar Xelîl: Ji bo xwedîderketina li wateya Newrozê divê yekîtî pêk were
Aldar Xelîl li pîrozbahiya Newrozê axivî û got, "Ji bo destnîşankirina wateya rasteqîn a Newrozê divê kongreyeke neteweyî bê lidarxistin." -
Li Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi hezaran kes Newrozê pîroz dikin
Li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi hezaran kes herikîn qadên Newrozê û bi dirûşmên "Azadî ji Rêber Apo re, Newroza yekîtiya demokratîk a Kurdan" Newrozê pîroz dikin. -
Li Kobanê karname li xwendekaran hat belavkirin
Li bajarê Kobanê îro karname li zarokan hat belavkirin û zarok û mamosteyên li wir dibêjin ku ew dê zimanê xwe biparêzin. -
Li 2 bajarokên Hesekê mûşek ketin
Li bajarokên Til Xexal û Til Birak ên Hesekê di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de 2 mûşek ketin. -
Li dijî baregeha Koalîsyonê ya Rimêlanê êrîşa bi dronan
Bi dronan êrîşî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Xerab El Cîr a li bajarê Rimêlanê hatin kirin, dengê teqînan ji baregehê hat bihîstin. Lê tu agahiyên der barê ziraran de nehatin bidestxistin. -
Li Rojava bi wesîleya cejnê serdana malbatên şehîdan hate kirin
Nûnerên saziyan û hêzên Asayîşê bi wesîleya cejnê serdana malbatên şehîdan kirin. -
Siwêda bi çekên giran hate bombebarankirin
Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran eniyên gundewarê bajarê Siwêdayê topbaran kirin. -
Şandeya Hesekê bi Şera re li ser vegera girtiyan û koçberan hevdîtin kir
Cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl ragihand ku wan bi serokê Sûriyeyê Ehmed El Şara re ji bo dîlgirtiyan û vegera koçberan komiteyek taybet avakirin. -
Sîpan Hemo: Neyên lîstikan!
Cigirê Wezareta Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo têkildarî êrişên nîjatperest yên li dijî Kurdan li Heleb û Efrînê daxuyaniyek da û banga aramiyê kir. -
Asayîşê li dijî provokasyonan daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) têkildarî bûyera daxistina ala Sûriyeyê, pêkanînên li dijî gelê Kurd ê li Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku ew bi tundî li dijî kesên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin derdikeve. -
Li Qamişloyê li dijî êrîşên li Efrîn û Helebê xwepêşandan hat lidarxistin
Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê bajarê Qamişloyê li dijî êrişên li ser malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê û bêrûmetkirina sembolên Kurdî li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê xwepêşandan li dar xist. -
Li Efrîn û Helebê êrîşa li dijî Kurdan û sembolan wan
Bi dehan kesên hawirde, di dema pîrozbahiyên Newrozê de, êrişî malbatên Kurd ên li Efrînê û Helebê kirin û erebeyên wan xerab kirin. -
Rêya M4 ji ber bilindbûna rêjeya avê dîsa ji xizmetê derket
Di vê hefteyê de ev cara duyemîn e ku rêya M4 ji ber bilindbûna rêjeya ava çemê Xabûrê û lehiyên li ser rê ji xizmetê derdikeve.