Şehîdên Qereçoxê li Rojava hatin bibîranîn

Şehîdên êrişa li ser Qereçoxê di salvegera 9'an de li bajarên Kobanê, Qamişlo, Dêrbesiyê, Til Temir, Hesekê û Tirbespiyê hatin bibîranîn.

25'ê Nîsana 2017'an, balafirên dewleta Tirk a dagirker navend û baregehên YPJ û YPG'ê yên li Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 20 şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê, nûçegihanên şer şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn. Ji wê demê ve li Rojava 25'ê Nîsanê wek Roja Şehîdan hatiye îlankirin.

Bi boneya 25`ê Nîsanê, meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Kobanê, Qamişlo, Dirbêsiyê , Til Temir, Hesekê û Tirbespiyê merasîmên bîranînê li dar xistin.

Di merasîmên bîranînê de bi sedan ji şêniyên Rojava malbatên şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan amade bûn.

KOBANÊ

Merasîma bîranînê ya li bajarê Kobanê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên bajarê Kobanê Mistefa Êto soza şopandina rêya şehîdan da û wiha got: "Şehîdên me ji bo parastina gelê xwe têkoşîn kirin û heta kêliya dawiyê li ber xwe dan. Em ê tu carî şehîdên Qereçoxê û ji bîr nekin. Şehîdên me di dilê me de ne."

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Çehîdan a bajarê Qamişloyê  jî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan mûm li ser gorên şehîdan pêxistin û merasîmek pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û bi bîr xist ku komkujiya ku li Qereçoxê destpêka êrişên hewayî yên li ser Rojava bûn û wiha domand: "Bi van êrişan re xwestin şoreşa me têk bibin. Lê çawa me wê demê serê xwe ne tewand, em niha jî natewînin. Em her tim li pey doza şehîdên xwe bin."

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê bi boneya Roja Şehîdan a Rojava, mûn li ser gorên şehîdan ên li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî  ya li gundê Berkevirê vêxistin û çalakiyek li dar xist.

Endamên meclise û saziyên sivî, nûnerên tevgerên jin û ciwanan beşdarî çalakiyê bûn û dilsoziya xwe ya bi fedakariya şehîdan re anîn ziman.

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temirê gel bi heman boneyê serdana Pakrewangeha Şehîdan kirin û merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat bi rêxistinkirin.

Merasîma ku bi dehan kes tevlê bûn, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir û mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

HESEKÊ

Beşdaran di axaftinên kirine de, peyamên dilsoziya bi şehîdan re anîn ziman, her wiha dane zanîn ku şehîd dê meşaleya têkoşînê bimînin û keda wan a parastina herêmê dê neyê jibîrnaîn.

Xelkê bajar û gundewarên Hesekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê û xelkê Tirbespiyê li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugurê  mûn li ser gorên şehîdan pêxistin.