Kongra Star ji bo YPJ qanûnî were naskirin dest bi pêngavê dike

Kongreya Star li bajarê Çilaxayê bi jinan re civiya û diyar kir ku ji bo YPJ qanûnî were naskirin wê di 23’yê Nîsanê de dest bi pêngavê bikin û jin wê pêşengiya têkoşîna qanûnî û siyasî bikin.

Li bajarê Çilaxa endamên Kongra Star ên Çilaxa bi jinan re civiyan. Di civînê de rola rola Kongreya Star û tevgerên jin li Sûriyeyê û di destûrê Sûriyeyê de misogerkirina mafên jinan nîqaş kirin.

Civîn li hola civînan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin. Di destpêka civînê de nirxandin û nameyên Rêber Apo ji bo jinan ji aliyê Rêveberiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Çilaxa Henîfa Silêman ve hat xwendin.

Piştî wê Rêveberiya Kongra Star a Çilaxa Hacer Abdullah axivî. Hacer di nava axaftinên xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê ya ji dîrokê heyanî roja îro nirxand û got ku jinan di şoreşa Rojava de xwe û civak bi rêxistin kir, gelek bedel dan da ku îrade û rûmeta xwe biparêze û hebûna xwe diyar bike.

Her wiha Hacer li ser têkoşîna Kongreya Star axivî û got: "Kongra Star ji hemû aliyan ve têkoşîn kir, berê jinan da siyasetê û bûn xwedî îrade. Jin ji hemû aliyan ve bûye xwedî nasname.”

Ji bo êrişên dawiyê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hacer wiha got: "Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di van êrîşên dawiyê de êrişî jinan kir. Komên girêdayî hikûmeta demkî xwestin ku desdirêjî deskeftiyên jinan bikin û bi ti awayî jinan qebûl nakin. Di vê pêvajoya lihevkirin û entegrasyonê de berpirsyartiyeke mezin ketiye ser milê jinan. Me dest bi pêvajoya têkoşîna siyasî û qanûnî kiriye. Tevger û saziyên jinan di vê pêvajoyê de divê nava civakê û komînan de bin û xwe bi rêxistin bikin. Deskeftiyên jinan û Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) xeta sor in. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, di vê pêvajoyê de li ser asta Rojava em ê li komînan komîteyên jin ava bikin."

Hacer agahî da ku ji bo YPJ qanûnî were naskirin wê dest bi pêngavê bikin û di çarçoveya pêngavê de çalakiyan organîze bikin.

Piştî ku nirxandina Hacer Abdullah bi dawî bû, jinan nêrînên xwe anîn ziman û got divê di pêvajoyê de wê jin pêşengiya têkoşîna siyasî û qanûnî bikin.