QSD'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên xwe eşkere kir ku di êrişên vê dawiyê de li Dêrazorê û Reqayê şehîd bûn. QSD'ê soz da ku armancên şehîdan pêk bîne.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku 7 şervanên wan di êrişên vê dawiyê de li Dêrazor û Reqayê şehîd bûbûn eşkere kirin.

Berfirehiya daxuyaniyêa wiha ye:

"Bi serbilindî û rêzgirtineke mezin, hêzên me nasnameyên 7 şervanên xwe yên herî baş ên ji pêkhateyên Ereb û Kurd ku di rûbirûbûna bi wêrekî li hember êrişên xayîn ên ku ji aliyê komên Şamê ve li ser herêmên me hatibûn destpêkirin, şehîd bûn radigihînin.

Van şehîdan mînakek bilind a fedakarî û berxwedanê pêşkêş kir. Bi biryardariyek bê guman li dijî êrişan sekinîn û îdealên herî bilind ên parastina rûmet û hebûnê temsîl kirin. Helwesta wan a bê şik li qadên şer kelehek bêşikestî li dijî planên ku gelê me û destkeftiyên wan hedef digirtin pêk anî û bi xwîna xwe ya paqij, rûpelên geş ên rizgarî û serbilindiyê nivîsandin ku dê her û her di dilê hemû gelên herêma me de, zindî bimînin.

Şehîdbûna van hevalan ku bêdudilî erk û berpirsiyariyên xwe pêk anîn kûrahiya pabendbûna wan bi parastina gelê û xakê nîşan dide.

Em, QSDˊê, sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soz didin şehîdên xwe ku rêça wan bişopînin heta daxwazên gelê me yên azadî, rûmet û edaletê pêk tên. Wê fedakariya we ya paqij ronahiya rêya têkoşîn û navnîşana berxwedana me li dijî hemû astengiyan be.

Agahiyên têkildarî nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Îbrahîm
Nav û paşnav: Hamid El Xilêf
Navê dayikê: Nucod
Navê bav: Ayid
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Seydo
Nav û paşnav: Hafiz El Xelef
Navê dayikê: Sebhe
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-17ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Cewher
Nav û paşnav: Esed El Xilêf
Navê dayikê: Nûfe
Navê bav: Xelef
Cihê jidayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-18ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Bahoz
Nav û paşnav: Osman Ebê
Navê dayikê: Edîbe
Navê bav: Nûrî
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Zûlfeqar
Nav û paşnav: Muhened Hekîm
Navê dayikê: Sebah
Navê bav: Fesîh
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Îsam Qamilşo
Nav û paşnav: Munzur El Ezo
Navê dayikê: Sebîhe
Navê bav: Salih
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan.

Nasnav: Esmer
Nav û paşnav: Nîzar El Muhşem
Navê dayikê: Seide
Navê bav: Hamid
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-21ˊê Çileya 2026ˊan."