Gazî û rojnamevan Masîro: Ji bo dengê şoreşê bigihîje cîhanê wê têkoşîna me bidome

Gazî û rojnamevan Rêzan Masîro yê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û diyar kir ku ji bo dengê şoreşê û gelê xwe bigihînin cîhanê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Kurdî gazî û rojnamevan Rêzan Masîro nêrînên xwe anîn ziman. Rêzan di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamevaniya Kurdî li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz kir û got, “Em îro rojeke girîng a mohra xwe li dîroka Kurdistanê û xebatên ragihandina Kurdî xistine pêşwazî dikin. 22'yê Nîsana 1898’an Mîqdat Mîthad Bedirxan Rojnameya Kurdistan derxist. Ev bêguman ji bo ragihandin û çapemeniya Kurdî bû mîladek."

Rojnamevan û gazî Rêzan Masîroanî ziman ku bi derketina holê ya Tevgera Azadiyê re jî ragihandina Kurdî gihîşt asta xwe ya herî bilind û wiha axivî, "Rêber Apo pir girîngiyê dide kar û xebatên ragihandina azad. Li Bakurê Kurdistanê dema têkoşîna azadiyê hîn nû destpê kir rojnameya Serxwebûnê bû dengê Tevgera Azadiyê."

Rêzan Masîro bal kişand ser ragihandina gaziyan jî wiha got, "Ji bo Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan hevalên me yên ji pêkhateyên cuda yên bûne gazî  hene. Li ser esasê têkoşîn, kar û xebatên hevalên gazî ji gelên me û raya giştî re werin parvekirin jî em di nav têkoşînê de ne. Her wiha ji bo dengê şoreşê û gelên xwe bigihînin cîhanê wê xebatên me bidomin. Li ser vî esasî ez tevahî şehîdên me yên ragihandina azad di şexsê heval Mazlûm Dogan û Gûrbetellî Ersoz de bi rêzdarî bi bîr tînim."