Koma sêyemîn a Efrîniyan ber bi warê xwe ve bi rê ket

Komeke din a koçberên Efrînî piştî 8 salên ji koçberiya ji neçarî ber bi warê xwe ve bi rê ket.

Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileya 2026'an a navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.

Koçber li çerxerêya Şehîd Yusif Gulo ya rojavayê bajarê Qamişloyê kom bû bi dehan erebe û basan ber bi Efrînê ve bi rê ket.

Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 kesî pêk dihat di 9'ê Adarê de û koma duyemîn jî ku ji 200 kesî pêk dihat di 4'ê Nîsanê de vegeriyan Efrînê.