Rojbûna Rêber Apo li Til Temir, Tirbespiyê û Girkê Legê hat pîrozkirin

Şêniyên bajarên Til Temer, Tirbespiyê û Girkê Legê rojbûna Rêber Apo bi çandina daran û şahiyan pîroz kirin.

4'Ê NÎSAN

Li bajarên Til Temir, Tirbespiyê û Girkê Legê di bin dirûşmeya "4ê Nîsanê Zayîna Azadiya Jinan û Civaka Demokratîk" de, bi beşdariya bi sedan şêniyan, çalakî û pîrozbahiyên mezin hatin lidarxistin.

TIL TEMIR

Kongra Star li Hola Kenir a li navenda bajarê Til Temirê pîrozbahiyek mezin li dar xist.

Di çalakiyê de ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  Têkoşîn Efrîn axivî û diyar kir ku ramana Rêber Apo roleke pêşeng daye jinan di avakirina civakeke demokratîk de û bûye egera xurtkirina beşdarbûna wan di warên cûda yên jiyanê de bûye.

Pîroz bahî bi stran û gerandina govendê berdewam kir.

TIRBESPIYÊ

Pêkhateyên cûda yên Tirbespiyê jî ev bone li Parka 4ê Nîsanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de, endama Kongra Star Minteha Mehmûd axivî û diyar kir ku "jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan roja ji nû ve vejîna azadiyê ye ji bo gelê Kurd û pêkhateyên din."

Minteha wiha zêde kir, "Îro em pîroz dikin û soza xwe ya ji Rêber re nû dikin ku têkoşîn û xebatê li gorî ramana wî ya azadiyê bidomîne. "

Di pîrozbahiyê de koma Muzîkê ya Şehîd Bawer, hunermend Newroz Efrîn,  Daniş Botan û Koma Şehîd Xebat stranan pêşkêş kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên Girkê Legê, Rimêlan û gundên derdorê li Navenda Hêzên Parastina Civakî pîrozbahî li dar xistin.

Di pîrozbahiyê de, endama Kongra Star Fatma Lekto axivî û pîrozbahî li beşdaran kir û diyar kir ku jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna aştî û azadiyê temsîl dike, û felsefeya wî bûye egera belavkirina heskirin û lihevhatinê di navbera civakên cûda de.

Fatma destnîşan kir ku gel deyndarê Rêber Apo ne, şoreşa wî û têkoşîna wî ne, bi taybet jin, ku wî ew ji neheqî û zordariyê rizgar kirine.

Fatma projeya Rêber Apo ya "Aştî û Civaka Demokratîk" wekî deriyek ji bo bidestxistina aştiyê ji bo hemû gelan bi nav kir.

Di pîrozbahiyê de "Koma Şehit Elîna" û "Koma Kevneşopî", û her weha çend hunermendên din, stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.