Di navbera hêzên hikumetê û hêzên Siwêdayê de şer
Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi dronê derdora qada hewayî ya sivîl a li bakurê Siwêdayê bombebaran kir. Li xeta Til Hedîd jî şer qewimî.
Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi dronê derdora qada hewayî ya sivîl a li bakurê Siwêdayê bombebaran kir. Li xeta Til Hedîd jî şer qewimî.
Derengiya şevê dronek biçek a hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê derdora qada hewayî ya sivîl a bakurê bajarê Siwêdayê kir hedef. Hate diyarkirin ku dron ji baregeha hêzên hikumetê ya li gundê Mensûra yê gundewarê bakurê rojava rabibû.
Li gorî agahiyan, li bajarokê Til Hedîd ê bakurê rojavayê Siwêdayê jî şerekî giran di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de qewimî.
Derbarê encamên şer de agahî nehatin bidestxistin.
Ji derengî şevê ve bêdengiyek serwer e.