Pêşangeha pirtûkên Rêber Apo bi helbestan bi dawî bû

Pêşangeha Pirtûkên Rêber Apo ku bi wesîleya roja rojbûna wî li Pirtûkxaneya Şilêrê hate lidarxistin, bi vegotina helbestan bi dawî bû.

PIRTÛKÊN RÊBER APO

Meclisa Wêjeyê îro bi boneya rojbûna Rêber Apo, pêşangeha pirtûkan û şevbêrka helbestan, li dar xist.

Çalakî li pirtûkxaneya Şilêr ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Çalakî bi çandina daran dest pê kir, piştre şêwirmendê Meclisa Wêjeyê, Ceger Efrîn axivî û rojbûna rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurd pîroz kir, û diyar kir ku divê raman û felsefeya Rêber Apo bi berfirehtir were belavkirin û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî were domandin.

Piştre şevbêrka helbestan hat lidarxistin, di şevbêrkê de helbestvan Beşîr Mele Newaf, Anahîta Sîno, Ebûd Mexso û Ferhadê Merdê helbest xwendin.

Di dawiya çalakiyê de beşdar li nav pêşangehê geriyan û pirtûk wergirtin.