Hikumeta demkî bêyî îradeya Çelebiyê şaredarek tayîn kir, gel daket qadan

Hikumeta demkî ya Şamê bêyî îradeya gelê bajarokê Çelebiyê şaredarek tayîn kir. Şêniyên bajarok nerazîbûn nîşan da û daket qadan. Gelê Çelebiyê di bin zext û dorpêça hêzên hikumeta demkî de ye.

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê şaredarek ji bajarokê Çelebiyê yê Kobanê re tayîn kir.

Bi dehan kes ji şêniyên bajarokê Çelebiyê li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Şêniyan diyar kir tayînkirin ne li gorî peymana di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de ye, li gorî wê şênî herêmên xwe bi rê ve dibin û rêveberên xwe hildibijêrin.

Hêzên ewlekariya giştî yên girêdayî hikumeta demkî xwepêşandan asteng kir, gule teqandin û rê neda çapemenî bûyerê bişopîne. Li gorî agahiyan, şêniyên Çelebiyê niha di bin dorpêça hêzên çekdar ên hikumeta demkî de ne. Li bajarokê Çelebiyê rageşî dewam dike.