Li Qamişloyê li dijî êrîşên li Efrîn û Helebê xwepêşandan hat lidarxistin
Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê bajarê Qamişloyê li dijî êrişên li ser malbatên Kurd ên li Efrîn û Helebê û bêrûmetkirina sembolên Kurdî li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê xwepêşandan li dar xist.