Li Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî hate bombekirin

Li nêzî Balafirgeha Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî doh bi şev hate bombekirin. 2 kes birîndar bûn.

Êrişên bi droneyan ên li ser bajarên Herêma Kurdistanê doh şev jî berdewam kirin. Piştî pêla êrişên li ser Hewlêr û Silêmaniyê, li Kerkûk jî hate bombebarankirin.

Doh derengiya şevê, baregeha tabûra hêzên taybet ên Sekreterê Giştî yê Heşdî Şeebî, li pişt Zanîngeha Îmam Cafer Sadiq a nêzîkî balafirgeha Kerkûkê hate bombebarankirin.

Nehate zanîn êriş bi rêya muşekê yan jî dronê hate kirin, lê dengek bihêz derket û dukêlek mezin asîmanê herêmê girt.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûn.

Hêjayî gotinêye ku duh şev bi droneke kamîkaze êrişê Otêl Dîvan ya li Hewlêrê û Fermandariya Hêzên 70’ê (hêzên Pêşmerge yên girêdayî YNK’ê) ya li Silêmaniyê hate kirin.Piştî pêla êrişên îşev li ser Hewlêrê û Silêmaniyê, herî kêm şeş êrişên din jî li ser Hewlêrê hatin kirin û zerera êrişan nehate zanîn. Hate zanîn ku herî kêm şeş dronan êrişî Hewlêrê kirine.