ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Malbata ji Kobanê ku hatibû revandin, hat berdan
Piştî çend rojan ji fikar, bendewariyê û dayîna pereyan, koma çekdar a ku malbata Kurd a ji gundewarên Kobanê revandiye berda. -
Li Til Koçerê pevçûn derket: 2 kes mir û 5 kes birîndar bûn
Di navbera 2 malbatên ji qebîleya Şemer a Erebî li Til Koçerê de nakokiyek veguherî pevçûneke çekdarî, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. -
Di laboratuwara navendî ya Kobanê de derman diqedin
Di Laboratuwara Navendî ya girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Kobanê de ji ber dorpêça komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê derman li ber qedînê ne. -
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Li taxa Eşrefiyê ya Helebê zarokek ji Qubtan El Cebel di teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da. -
Ji Kongra Star daxuyaniya têkildarî dorpêça li ser Kobanê
Kongra Star li ser dorpêça li Kobanê û rewşa zarokan a li bajêr daxuyaniyek da û got, "Rewşa niha ya Kobanê û bêdengiya cîhanê ya li pêşberî êrişên komên ser bi Tirkiyeyê şermeke mezin e." -
Li Kobanê ya ku 31 roj in dorpêçkirî ye rojiya Remezanê destpê kir
Li bajarê Kobanê ku 31 roj in dorpêçkirî ye, di nava şert û mercên giran de meha Remezanê destpê kir. -
'Têkoşîna jinan ji bo civaka exlaqî û polîtîk e'
Feraşîn Dêrik destnîşan kir ku jinên Apoyî bi têkoşîna xwe pêşengtiya tevahî jinên cîhanê dikin û got, "Têkoşîna me ji bo civaka exlaqî û polîtîk e." -
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Çekdarên nenas li taxeke bajarê Humsê êrişek çekdarî pêk anî, di encamê de 2 ciwanên destgiriyê hev hatin qetilkirin. -
Gelê Rojava bi ruhekî kolektîf parastina bajarên xwe didomînin
Gelê Rojava bi ruhekî berpirsiyar û komî li kêleka hêzên xwe yên ewlehiyê ye, bi rêya birêxistinkirina nobedariyên şevê parastina bajarên xwe dike. -
Malbateke ji Kobanê ku hewl dida derbasî Lubnanê bibe, hat revandin
Malbateke Kurd a ji 7 kesan pêk tê ya ji gundewarê Kobanê dema hewl dida derbasî Lubnanê bibe, beriya sînorê Sûriye-Lubnanê tê revandin. -
Şandeya Zanîngeha Rojava serdana Parêzgarê Hesekê kir
Şandeya Zanîngeha Rojava di hevdîtina Parêzgarê Hesekê de mekanîzmayên entegrakirina beşên xwendinê yên taybet û giştî, rêbazên birêxistinkirinê û wergerandina meteryalan, dozên perwerdehiyê yên girêdayî herêmê nîqaş kirin. -
Li Kobanê 3 şehîd hatin veşartin, 9 şehîd hatin bîranîn
Li Kobanê şervanên YPJ’ê Arîn Hemzê û Jiyan Amed û şervanê YPG’ê Hemê Tefşo bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
Li Hesekê karên entegrasyona saziyên tenduristiyê destpê kir
Komîteya tenduristiyê ya ji aliyê Walîtiya Hesekê ve hate diyarkirin dest bi karên entegrasyona saziyên tenduristiyê kir. -
MSD: Pirsgirêkên aborî mezin bûn, divê demildest bên çareserkirin
MSD’ê daxuyanî da û got, “Pirsgirêkên aborî yên li hemû herêmên Sûriyeyê mezin bûne û divê demildest bên çareserkirin.” -
30 roj in Kobanê di nava dorpêçeke giran de ye
Li bajarê Kobanê ev 30 roj in dorpêçeke giran heye, rewşa gel her diçe girantir û krîtîk dibe. -
Kurê serhildêr ê Amedê: Xebat Rizgar
Bû salek ku ji nava me çû qehremanê serhildêr û wêrek. Niha ne li binê axê, lê di dilê me de, li eniyên berxwedanê, li deşt û çiyê ye. -
Zanîngeha Şerq a li Reqayê bi Zanîngeha Firatê ya Kobanê ve hat girêdan
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûriyeyê Merwan Helebî ragihand ku komîteyek wezaretî ya ji bo temamkirina proseyên entegraykirina Zanîngeha Şerq di nava şaxek Zanîngeha Firatê de, ava kir, di heman demê mafên tevahî xwendekaran parastî ye. -
Çete li gundewarên Sirînê talan û diziyê didomînin
Çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk li gundewarên Sirînê mal û milkên Kurdan didizin û talan dikin. -
Karwanek ji malbatên DAÎŞˊê ya ji Kampa Holê, gihişt gundewarê Helebê
Karwanek ji malbatên çeteyên DAIŞˊê yên li kampa Holê, di nava nezelaliyên têkildarî veguhastina wan de, gihîşt gundewarê Helebê. -
Wezîrê Rewşên Awarte û Karesatan ê hikûmeta demkî serdana Parêzgarê Hesekê kir
Wezîrê Rewşên Awarte û Karesatan ê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina hemahengiya xizmetguzarî û pêşxsitina bersivdana karesatan serdana Parêzgarê Hesekê kir. -
Amadekariyên ji bo vegera malbatên Efrînî dewam dikin
Ji bo vegera nêzî 500 malbatên ji Efrînê, amadekariyên dawîn tên kirin. Di navbera Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê de hevdîtin li ser ewlehî û pêwîstiyên vegerê tên kirin. -
Rûspiyên Hesekê bal kişandin ser yekitî û aramiyê
Rûspiyên Hesekê diyar kirin ku parastina jiyana hevbeş jiyanî ye. Bi daxuyaniya “Gotina me yek e, û ewlehiya me yek e. Na ji fitneyê, na ji zimanê nefretê re" piştgiriya xwe ji bo peymana ‘ Çileyê nîşan dan û daxwaza efûyek giştî ji bo girtiyan kirin. -
Mazlûm Ebdî: Armanca me ya sereke pêkanîna peymanê ye
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew girêdayî peymana bi Hikûmeta Demkî re ne û got, li ser bingehê parastina xweseriya herêmên Kurdî ew ber bi pêş ve diçin. -
Ji Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî nameya 'Rojava' ji bo Neteweyên Yekbûyî
Nameya kampanyayê ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ve hate destpêkirin û partiyên siyasî yên Kurdistanî hemûyan bi îmzeya xwe piştgirî dan, ji saziyên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî re hate şandin. -
Dirûşmên li ser azadiya jinê yên li ser dîwarên Tebqayê hatin jêbirin
Dirûşmên têkildarî maf û azadiya jinan ên li ser hin dîwarên Tebqayê hatin jêbirin.