Dirûşmên li ser azadiya jinê yên li ser dîwarên Tebqayê hatin jêbirin
Dirûşmên têkildarî maf û azadiya jinan ên li ser hin dîwarên Tebqayê hatin jêbirin.
Dirûşmên têkildarî maf û azadiya jinan ên li ser hin dîwarên Tebqayê hatin jêbirin.
Di dîmenekî de ku li ser medyaya dîjîtal hat belavkirin, çend kesên ku xwe wek "Tîma Teqbayê ya Xwebeş" da nasîn, hin nivîs û hevokên der barê azadiya jinan û mafên wan de ku li ser dîwarên hin dibistan û saziyan hatibûn nivîsandin, jê birin.
Di dîmenan de yek ji wan kesan dibêje "Ev nivîs û dirûşm ne li gorî çanda me ne."
Ev kiryar piştî ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ketin bajêr, pêk hat.