ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Hama û Humusê komkujiyên çeteyan dewam dike
Li Hama û Humusê êrîşên çeteyan ên li ser sivîlan dewam dikin. Di bûyerên dawî de 2 sivîl hatin qetilkirin û kesek birîndar bû. -
Li rojavayê Dêrazorê mayin teqiya: 2 jê zarok 3 kes mirin
Li bejahiya rojavayê Dêrazorê di dema derbasbûna wesayîtekê de mayin teqiya û 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di meşên li Hesekê û Dirbêsiyê de daxwaza mafên zagona bingehîn
Li bajarên Hesekê û Dirbêsiyê bi hezaran welatiyan ji bo mafên zagona bingehîn û piştgiriya berxwedana Rojava, meşiyan. -
Koçberên Serêkaniyê ji bo ‘vegerê’ çûn serdana Waliyê Hesekê
Şandeya Komîteya Koçberên Serêkaniyê çûn serdana Waliyê Hesekê û têkildarî dosyaya vegerê nîqaş kirin. -
Malbatên şehîdan: Êrişên li ser şehîdgehan li dijî nirxên mirovî ye
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê diyar kir ku êrişa li ser şehîdgehan li dijî nirxên mirovahiyê ye û destnîşan kir ku şehîd xeta wan a sor e. -
Meşa li sê bajaran: Mafên Kurdan divê bi destûra bingehîn ewle bibin
Li Girkê Legê, Dêrik û Amûdê bi hezaran kes ji bo mafên Kurdan bi destûra bingehîn bêne ewlekirin meşiyan. Di meşê de piştgirî ji hêzên parastinê yên herêmê re hate dayin. Her wiha peyama yekîtiya neteweyî hate dayin. -
Li Kongreya DYE'yê qanûna 'Parastina Kurdan' di rojevê de ye
Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rojeva parastina mafên Kurdên li Rojava li hev kom bû. Tê payin ku li konrgeyê pêşnûme qanûna 'Parastina Kurdan' bê nirxandin û piştre biryar bê dayin. -
Kobanê 22 roj in dorpêçkirî ye
Dorpêça komên ser bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser Kobanê di roja 22'an de ye. Rewşa mirovî û mercên jiyanê her roj hîn giran dibe. -
Dibistananên Kobanê ji 72 hezar xwendekarî re deriyên xwe girtine
72 hezar xwendekar 572 dibistan û 4 hezar 190 karmendên desteya perwerde û fêrkirinê ji dervayî perwerdeyê ne. -
‘Doktrînên şerê modern berxwedanê bêwate nîşan dide’
Endama Desteya Rêveber a Zanîngeha Hunera Bedewî ya Rojava Zeynep Umut, dema geşedanên ji 6’ê Çileyê û vir ve li Rojava diqewimin dinirxand, bal kişand ser doktrînên şerê modern hewl didin gelan îkna bikin ku berxwedan bêwate ye. -
Li Tirbespiyê tabûra Şehîd Laleş hat avakirin
Komek ji ciwanên bajarê Tirbespiyê tabûra Şehîd Laleş a parastina bajêr ava kir. -
Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, di civîna gel a li Hesekê de destnîşan kir ku saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin. -
Asayîşa Kobanê û Ewlekariya Giştî ya Helebê ji bo rewşa gundewarê Kobanê civiyan
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û şandeya Ewlekariya Giştî ya Helebê ya girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê civînekê li dar dixin. -
HTŞ nahêle ard biçe Siwêdayê: Firin rawestiyan, nan kêm bûye
Ji ber girtina rêya Şam-Siwêdayê û astengkirina karwanên alîkariyê, xebatên hemû firinên li Siwêdayê rawesiyane Li bajêr krîzeke mirovî ya cidî heye. -
Şêx Xezal: Hikûmet civakê ne wekî rewa wekî alavek bazarê dibîne
Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal diyar kir ku hikûmeta demkî polîtîkayên ku pêkhateyên civakî yên cuda hedef digirin dimeşîne û anî ziman ku ev êrîş rê li ber binpêkirinên bêhejmar û komkujiyan vekir. -
Saziyên Suryanî û Partiya El Weten serdana parêzgerê Hesekê kir
Şandeya ji saziyên Suryanî û Partiya El Weten El Sûrî pêk tê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir. -
Grev û protestoyên li Îdlibê mezin dibin
Li herêma Îdlibê ya bakurê Sûriyeyê, mamoste ji bo baştirkirina mûçeyan grev kirin û gel jî ji ber kêmbûna kehrebê, av û xizmetên rêyan hikûmeta demkî ya Şamê protesto kirin. -
Fermandariya YPJ'ê serdana parêzgara Hesekê kir
Fermandariya YPJˊê serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed kir û erka wî pîroz kir. Fermandariyê girîngî da rola wî di pêşxistina ewlehî û aramiya li parêzgehê de. -
Li ser mekanîzmeya kar a Zeviyên Rimêlanê nîqaş hat kirin
Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina 30ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de şandeya hikûmeta demkî bi rêveberên Rêveberiya Zeviyên Rimêlanê re li ser mekanîzmeya kar nîqaş kir. -
Rêveberiya Xweser çû serdana koçberan: Daxwaza esas vegera bi ewle ye
Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Qamişloyê kir. -
Şandeyek ji UNDSS û OCHA yên Neteweyên Yekbûyî serdana Kobanê kir
Şandeyeke Rêxistina Ewlehî û Asayîşê (UNDSS) û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA), ji bo nirxandina rewşa mirovî û xizmetguzariyê û dorpêça berdewam, serdana bajarê Kobanê kir. -
Komên hikumeta demkî bombe li Siwêdayê barandin
Hêzên Parastina Neteweyî ya Siwêdayê diyar kirin ku komên ser bi hikumeta Şamê ya demkî ji çar aliyan ve bombe li rojavayê bajêr barandin. -
MSD: Dorpêça li ser Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê ye, divê tavilê bê rakirin
MSD'ê ragihand ku dorpêça li ser Kobanê sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê bi lez bê rakirin. -
Şandeya hikumeta demkî serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir
Şandeya hikumeta Şamê ya demkî di çarçoveya Peymana 30'ê Çileyê de li Rimêlanê serdana Midûriyeta Qadên Petrolê kir. -
Emîn Salih: Bi vekişîna hêzên leşkerî re wê Asayîşa bi cih bibe û gel vegere gundên xwe
Endamê Şandeya Asayîşa Kobanê Emîn Salih diyar kir ku di hevdîtina li Helebê de wan li ser rê û rêbazên tevlîbûna Asayîşa Kobanê û bicihbûna li gund û navçeyên Kobanê nîqaş kirine û got, bi vekişîna hêzên leşkerî re wê gelê Kurd li gundên xwe vegere.