ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mamosteyên Tebqayê polîtîkayên hikûmeta demkî protesto kirin
Li Tebqayê mamoste li dijî polîtîkayên hikûmeta demkî daketin kolanan û çalakî kirin. -
Li Reqayê malên Kurdan hatin talankirin
Çeteyên HTŞ’ê li Reqayê û gundên derdor malên Kurdan talan kirin. -
Şêniyên Kobanê 5 lehengên xwe spartin axê, 7 jî bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê 5 şervanên xwe yên di ber ax û gelê xwe de canê xwe feda kirin, bi merasîmekê spartin axê. 7 şehîd jî hatin bîranîn. -
Doktorên Sînornenas ji bo piştgiriya bi Rojava re li Dihokê ne
Doktorên Sînornenas ên ji Swîsreyê bi rê ketin, ji bo piştgiriya bi Rojava re gihîştin Dihokê. -
Li Qamişloyê tedbîrên ewlekariyê hatin wergirtin
Li Qamişloyê derketina derve hate qedexekirin. Li kolanan tenê hêzên Asayîşê hene. -
Dorpêça li ser Kobanê 15 roj in dewam dike: Rewşa mirovî giran dibe
Dorpêça li ser Kobanê di roja 15'an de ye. Nêzî 600 hezar mirov ku bi hezaran ji wan koçber in, ji ber nebûna av, elektrîk û dermanan di rewşeke zehmet de ne. -
Enternasyonalîstê Elman: Rojava şoreşa hêviyê ye divê çalakî nesekinin
Enternasyonalîstê Elman Raman Bilal diyar kir ku ew Şoreşa Rojava li derveyî Kurdistanê wekî "Şoreşa Hêviyê" pênase dikin û got: "Ev destkeftî tenê bi mafên Kurdan sînordar nîn in; berdewama dîroka têkoşînên demokratîk û şoreşgerî ya bi hezaran salan e" -
Gelê Rojava rêxistina nava taxan xurt dike
Gelê Rojava ewlehiya bajar û taxên xwe li hember gef û astengiyên heyî xurt dikin. -
Koordînasyona Jinan a Kobanê daxwaza rakirina dorpêçkirinê kir
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin, dorpêça li ser Kobanê rakin û korîdorek mirovî vekin. -
Şandeya Fransî: Ji bo dengê Kurdan bigihînin aliyên peywendîdar li vir in
Şandeyeke Fransî ku serdana Rojava kir diyar kir ku armanca wan ew e ku dengê gelê Kurd bigihînin aliyên peywendîdar û mafên wan biparêzin. -
Civîna her du Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê dest pê kir
Piştî ku şandeya Wezareta Karên Hundir a hikumeta demkî gihîşt Hesekê, civîna di navbera wê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de dest pê kir. -
Şêniyên Dêrikê şehîdên berxwedana Rojava spartin axê
Şêniyên ji bajarên Dêrik û Girkê Legê şehîdên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik spartin axê. -
Bijîşk û xwendekar alîkariyê didin malbatên koçber
Bijîjk û xwendekarên Zanîngeha Rojava, li Qamişlo xizmeta tenduristiyê didin welatiyên koçber. -
Heyeta Şamê ket nava Hesekê
Heyetek ji Hikumeta Şamê ya Demkî ket nava bajarê Hesekê. Heyet wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevdîtinê bike. -
Şandeya hunermend û rewşenbîran çû serdana Kongra Star
Şandeya hunermend û rewşenbîrên Kurd a çûyî Rojava, serdana Kongra Star kir. -
Sara Xelîl: Em her tim bi ser dikevin
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl anî ziman ku bi hezaran mal û milkên xelkê hatine talankirin û dizîn û got, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û serkeftinê misoger bikin. -
16 malbatên ji warê xwe bûne gihîştin Çilaxayê
16 malbatên ji warê xwe bûne li Çilaxayê bi cih bûn. Komîteyên xwecihî bersiv dan pêwîstiyên koçberan. -
Di navbera QSD û heyeta Şamê de danûstandinên dîplomatîk dewam dikin
QSD û heyeta Şamê li ser mekanîzmayên dîplomatîk û tedbîrên ewlekariyê yên ji bo bicihanîna peymanê hevdîtinan dikin. -
Li Helebê zarokê hatî revandin hate qetilkirin, hikûmet kujeran diparêze
Li Helebê zarokê hatî revandin û fîdye ji malbata wî hatî standin, hate qetilkirin. Hikûmeta Demkî ya Şamê jî kujeran diparêze. -
Kobanê 14 roj in di bin dorpêçê de ye
Bajarê Kobanê ku 600 hezar mirov lê dimînin, ji 20'ê Çileyê û vir ve di bin dorpêçeke giran de ye. -
Peymana navbera QSD-Hikumeta Demkî dikeve meriyetê
Peymana navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî îro dikeve meriyetê. -
‘Em ê heya dawî parastina Kobanê bikin’
Dayîka Zerîfa Hesen a li Kobanê seferber bûye, dibêje ku ew ê heta dawiyê rabin ser piyan û çi dibe bila bibe ew ê parastina bajarê xwe bikin. -
Ji enternasyonalîstên li Rojavayê Kurdistanê banga li dijî êrîşan
Şahîn, yek ji şervanên enternasyonalîst ên YPG’ê, piştî têkçûna DAÎŞ’ê got ku destkeftiyên Şoreşa Rojava niha bi komên çekdar ên piştgiriya Tirkiyeyê û hevsengiyên siyasî yên nû yên li herêmê têne hedefgirtin û banga piştevaniyê kir. -
Akademiya Jineolojiyê li ser sûcên şer dosyayek amade kir
Akademiya Jineolojiyê ya Rojava, bi zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî doyayekê 34 rûpelî amade kir ku tê de êrîşên dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ û HTŞ li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkuji û koçberiyên bi belgeyan hatine berhevkirin. -
Şehîd Ehmed Kerkukî sembola berxwedana netewî ye
Gaziya şer Rojda Dêrik tevlîbûna gelê Kurd a ji bo seferberiya berxwedana Rojava silav kir û got, “Ez şehîdê yekîtiya neteweyî Ehmed Kerkukî bi rêzdarî bibîr tînim. Şehîd Ehmed sembola berxwedana netewî ye.”