ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser a Firatê: Em ê dest ji berxwedanê bernedin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê: Em ê dest ji têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo armanc, azadî û jiyana xwe ya bi rûmet bernedin. -
Xelkê Dirbêsiyê: Li gel zor û zehmetiyan jî em ê xaka xwe biparêzin
Xelkê Dirbêsiyê dilsoziya bi xaka xwe anî ziman û êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Zor û zehmetî çi dibin bila bibin em ê xaka xwe biparêzin." -
Xelkê Kobanê cenazeyên 16 şehîdên berxwedanê veşartin
Li Kobanê bi sedan şêniyan 16 berxwedêrên li Girtîgeha Eqtan a li Reqayê şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê spartin axê. -
Ciwanên Başûrî: Eger êriş neyên sekinandin wê li tevahiya Kurdistanê belav bibin
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên tevlî seferberiyê bûn gotin, "Weke gelê Kurd wezîfeya me ye ku piştgiriyê bidin vê berxwedana bi rûmet. Eger êriş neyên sekinandin wê li tevahiya Kurdistanê belav bibin." -
Li Til Temirê liv û tevgera balafirên keşfê
Li Til Temirê balafirên keşfê digerin. -
SOHR'ê hişyarî da: Li Kobanê krîza mirovî girantir bûye
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) hişyarî da ku li Kobanê ji ber dorpêça dijwar a çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê şert û mercên dijwar ên zivistanê krîz mirovî girantir bûye. -
Gefên leşkerî dewam dikin, em tedbîrên xwe di asta herî bilind de werbigirin!
Rêveberiya Xweser diyar kir ku li gel dirêjkirina dema agirbestê jî li herêmê gefên leşkerî dewam dikin. Rêveberiya Xweser bang kir ku di asta herî bilind de hişyar û baldar bin û tedbîrên ewlekariyê yên pêwîst bêne wergirtin. -
Li Silêmaniyeyê mamoste û xwendekar ji bo Rojava li ser piyan e
Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyeyê ji bo piştgiriya bi Rojava re daxuyaniyek da û çalakiyek lidar xist. -
'Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê hişyar û baldar in'
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hesekê Zurer Miêş diyar kir ku hêzên wan hişyar û baldar in, ji bo ewlekarî û aramiyê amade ne. -
Dorpêçî û krîza mirovî dewam dike
Li kantonên Cizîr û Kobanê li gel seferberiyê krîzeke mirovî jî dewam dike. -
Ji dermansazekî Kobanê banga lezgîn
Aram Elî ku dermansazekî li Kobanê ye, anî ziman ku ji ber dorpêçê derman bi zehmetî bi destê wan dikeve û banga alîkariya lezgîn kir. -
Ciwanên Şengalê: Dor hatiye me ku piştgirî bidin
Ji Şengalê komek ciwanên Êzidî tevlî seferberiya giştî bûn û gihîştin Rojavayê Kurdistanê. Ciwan gotin: “Rojava û Şengal yek in. “Dor hatiye me ku piştgirî bidin.” -
Gelê Rojava li hundir û derveyî bajaran nuqteyên parastinê danîn
Gelê Rojava ewlehiya bajar û taxên xwe li hember rewşên heyî xurt dikin û ji her xeteriyek li dijî herêmê û şêniyên wê re di amadebeşiyê de ne. -
39 partî û hêzên siyasî: Parastina têkiliyên Ereb-Kurd berpirsiyariyeke neteweyî ye
39 partî û hêzên siyasî li Sûriyeyê diyar kir ku herêmê di pêşdeçûnên pir xeternak û fikar re derbas dibe, hin alî hene hewl dider derbeyê li têkiliyên Kurd-Ereb bidin, parastina van têkiliyên dîrokî berpirsiyariyeke neteweyî ye. -
QSD: Agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin
QSDˊê ragihand ku bi navbeynkariya navneteweyî û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re li ser dirêjkirina dema agibestê ji bo 15 rojan li hev kirin û diyar kir ku diyalog jî dewam dikin. -
Li Amûdê alîkariya mirovî ji koçberan re hate dayîn
Şênî û sazî piştevaniya madî û manewî ji bo koçberan û hêzên leşkerî dewam dikin. Ev dîmen ruhê hevgirtinê bi malbatên koçber ên Rojava re digel van şert û mercên mirovî yên dijwar û seferberiyê de nîşan dide. -
Li Dêrikê Tabura Gel hate avakirin: Em ê bi ser bikevin!
Xelkê Dêrikê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava seferberiyê ragihandin û Tabura Gel ava kirin. Şervanê YPG’ê Seydo Dêrik di merasîmê de bı gotina “Yan mirin, yan jiyan, yan serkeftin” îşaret bi biryardariya berxwedanê kir. -
Federasyona Gaziyan: Divê mirovî li dijî dorpêça li ser Kobanê rabe
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî dorpêça giran a li ser bajarê Kobanê bang kir, "Divê mirovahî bi erka xwe rabe." -
Xelkê Hesekê karwanên Qamişloyê pêşwazî kir
Xelkê Hesekê konvoyên ku ji Qamişloyê hatin bi dirûşmeyên berxwedanê pêşwazî kir. -
Parêzvanên Siwêdayê 2 dronên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê xistin
Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê li eniya bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê 2 dronên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê xistin. -
Partiya Sosyalîst a Hindîstanê: Kurd careke din tenê hatin hiştin
"Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Sosyalîst a Hindistanê, têkildarî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Rojavayî Kurd bi tenê hiştine û banga piştevaniya navneteweyî hat kirin." -
Şervanan bi stranên xwe îşaret bi yekîtiya Kurdan dikin
Şervanên ku di çeperan de tên cem hev, bi stranên ku dibêjin hem moralê dibînin hem jî tekeziyê li ser têkoşîna hevpar dikin. -
Peyama şervanên YPG-YPJ: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin
Şervanên YPG-YPJ’ê bang li gel kirin ku tevlî seferberiya giştî bibin û wiha gotin, “Bawerî bi şervanên YPG-YPJ’ê bînin. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.” -
Cemîl Kobanê: Li pêşiya me şerekî mezin heye
Endamê Fermandariya Giştî yê QSD’ê Cemîl Kobanê di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşa Rojava de wiha got, “Divê em baş bizanibin ku li pêşiya me şerekî mezin heye. Em vê wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav dikin.” -
QSD: HTŞ'ê di amadekariya şer de ye
QSDˊê diyar kir ku HTŞ’ê li li herêmên Cizîrê û Kobanê amadekariyên xwe yên leşkerî zêde kirine û got li şûna çareseriyeke siyasî meyla şer a Şamê heye.