ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Welatiyekî li Dêrikê ji bo berxwedêran 100 sobe çêkir
Di çarçoveya seferberiya ku hatî ragihandin de, piştevaniya gel dewam dike. Li Dêrikê welatiyekî ji bo gelê ku di sarmayê de nobetê digirin, nêzî 100 sobe hilberand. -
Kantona Firatê têkildarî êrîşên li ser Kobanê daxuyanî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantoan Firatê diyar kir ku çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker bi hemû cureyên çekan û dronan êrîşî gundên Kobanê dikin û banga rawestandina êrîşan kir. -
Drona bombebarkirî ya çeteyên ku êrîşî Çilaxayê kirin, hate xistin
Di êrîşa çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê ya li ser gundê Sefa yê Çilaxa de, droneke bombarkirî ji aliyê hêzên YPG, YPJ û QSD’ê ve hate xistin. -
Hejmara kesên gihiştine Kantona Firat û Cizîrê ji 150 hezarê derbas kir
Ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, DAÎŞ û HTŞ’ê heya niha 150 hezar kes gihiştin Kantona Firat û Cizîrê. Hat diyarkirin ku pêdivî bi alîkariya lezgîn heye. -
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Şervanên QSD û YPJ-YPG’ê li gundê Çelebiyê yê Kobanê bersiveke tund da êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê. -
Çeteyan zêdeyî 20 caran agirbest binpê kir
Êrîşên li ser bejahiya Hesekê û Kobanê dewam dikin; ev qadên bejahî gelek caran bi dron û topan hatin hedefgirtin. Çeteyan heya niha zêdeyî 20 caran agirbest binpê kir. -
Endamên Asayîşa Helebê tevlî berxwedana Rojava bûn
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê ragihandin ku ew ê mîsyona xwe ya parastina gel bi cih bînin. -
Îlham Ehmed: Hikumeta Demkî agirbestê pêk nayîne
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku agirbesta ku HTŞ’ê îlan kirî, nayê pêkanîn. -
Ji eniyên berxwedanê peyam: Ev çeper wê neyên berdan
Şervanê ku tevî birîndarbûna xwe dev ji çeperên berxwedanê bernade, diyar kir ku ew ê vê berxwedanê bidomîne û çeperên xwe biparêzin. -
Li Siwêdayê 2 guleyên topan ketin
Li navenda bajarê Siwêdayê 2 topên hewanan ketin. Zirara madî çêbû. -
Li Helebê 4 kes li girtîgehan bi êşkenceyê hatin qetilkirin
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 4 kes li navendên binçavkirinê yên hikûmeta demkî bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Malbatên qurbaniyan hatine agahdarkirin ku biçin cenazeyan wergirin û belgeya mirinê îmze bikin. -
Çeteyan vê carê şîrketa çîmentoyê ya Fransî hedef girt
Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê li Çelebiyê bi obus û tankan êrîş birin ser şîrketa çîmentoyê ya Fransî. -
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Gundên li rojhilat û başûrê Kobanê dibin hedefa bombardûmana çeteyan. Her wiha li heman herêmê tevgera hewayî ya dewleta Tirk heye. -
Şêniyên Dêrikê bi wesîleya salvegera serketina Kobanê meşek girseyî lidar xist
Şêniyên bajarê Dêrikê di meşa salvegera 11’emîn a serketina Kobanê de peyama, “Bi rihê serketinê û yekîtiya gelê Kurdistanê dê planên li dijî Rojava têk biçin” da. -
Ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga piştgiriyê
Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî rewşa li kampên Waşokanî û Serêkaniyê daxuyanî da. -
Êrişên li ser Hesekê: 3 sivîl birîndar bûn
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, DAÎŞ û HTŞ'ê bombe li bejahiya Hesekê barandin. Di encamê de 3 sivîl birîndar bûn. -
Desteya Jinan: Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin
Desteya Jinan a Kantona Firatê diyar kir ku li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê wê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. -
Şervanên QSD û YPJ'ê derbên giran li çeteyan dixin
Şervanên QSD û YPJ'ê li Kobanê derbên giran li çeteyan xistin. Gelek tank û wesayitên zirxî hatin îmhakirin, hin ji wesayitên zirxî jî hatin desteserkirin. -
QSD bersivê dide êrişên li ser gundê Safayê
QSD bersivê dide êrişên li ser gundê Safa yê li başûrê navçeya Çilaxa ya Kantona Cizîrê. Li gund şerekî giran diqewime. -
Dermanên ji Başûrê Kurdistanê hatin şandin gihîştin Rojava
Heyetek ji 2 parlamenter û nûnerên partiyên siyasî alîkariya ji 2 hezar paketên dermên gihand Qamişloyê. -
MSD: Parastina Kobanê parastina projeya Sûriyeya demokratîk e
MSD: Çawa ku Kobanê bû destpêka qedandina DAÎŞ'ê, îro jî parastina wê eger ji aliyê her kesî ve weke berpirsyariyeke dîrokî bê pêkanîn, dikare bibe destpêka rasteqîn a afirandina aştî û aramiyê li Sûriyeyê. -
Kongra Star: Xwedî li destketiyên jinan derkevin
Kongra Star di salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji DAÎŞ'ê de daxuyaniyek da û ji bo xwedîderketina li destketiyên jinan bang kir. -
Li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî
Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî kirin. 5 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. -
Li Kobanê derman li ber qedandinê ye, rewş giran dibe
Ji ber dorpêç û êrîşên giran ên li ser Kobanê, xebatkarên tenduristiyê daxwaza mudaxeleya lezgîn kirin û diyar kirin ku ger dorpêç berdewam bike wê karesateke mirovî ya giran rû bide. -
Êrişên li ser Rojava li bajarê Saratov ê Rûsyayê hatin şermezarkirin
Êrişên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li gundê Azîngê yê herêma Saratov a Rûsyayê hatin şermezarkirin.